Şaredarê bajarê Elmanyayê Karlsruheyê, Frank Mentrup li hemberî dagikirina erka hevpîşeya xwe, hewşaredara bajarê mezin a Wanê, Bedîa Ertan Ozgokçe nerazîbûn nîşan da.

Mentrup ku ji wezîrê karê derve yê Elmanyayê Maas re name nivîsî, xwest ku Elmanya li hemberî qeyûman bêdeng nemîne û bikeve tevgerê.

Şaredarê Karlsruheyê, Frank Mentrup di heman demê de ji serkonsolê Turkiyeyê Nevzat Arslan re jî name şand û tê de diyar kir ku biryara tayînkirina qeyûman bi azadiya derbirînê re, bi armancên bingehîn ên demokrasiyê re jî nakok e.

Mentrup Tîrmeha bihurî, hevşaredara bajarê mezin a Wanê Bedîa Ertan Ozgokçe tîrmeha bihurî li Karlsruhe pêşwazî kiribû û jê re gotibû, “hempîşeya min û siyasetvana wêrek û bixwebawer”, bi pesn û methê qala xebatên xweser ên Ozgokçe kir.

Şaredar Mentrup wekî din got, tayînkirina qeyûm hem wê zirarê bide şaredariya Wanê û hem jî zirarê bide Wanê û Karlsruheyê.

Wekî din, di serî de Partiya Çep û Partiya Keskan gelek komên partiyan û rêxistiên sivîl ji bo piştgiriya bi hevşaredarên HDP’yî re daxuyaniyan didin.

Dagirkeriyê bi dawî bikin

Şaredarê bajarê Champigny-Sur-Marneê Christian Fautré ji ber dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê bi destê qeyûman ji sefîrê Tirkiyeyê yê li Fransayê Hakki Musa re nameyek şand. Champigny-Sur-Marne li herêma Île-de-France (Parîs û banliyoyên wê) yek ji şaredariyên mezin e û serjimara wê jî qederê 80 hezarî ye. Şaredar di nameya xwe de îşaret pê dike ku berê jî bêhtirî sed şaredarî ji weîfeyê hatine dûrkirin, û niha jî şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê ji wezîfeyê hatine dûrkirin û ev bang li dewleta Tirk kir di ser sefîrê wê re: “Ez daxwaz dikim ku şaredarên ji wezîfeyê hatin dûrxistin tavilê li wezîfeyên xwe bên vegerandin û siyasetvanên Kurd ên girtî jî bên serbestkirin.”

 

KARLSRUHE/PARÎS