Pirtûka bi navê “Dozek Dewranek Lehengek: Wedat Aydın” ku M. Şefîq Oncu nivîsandiye li ser biyografiya Aydin e. Di pirtûkê de agahiyên li ser jiyana lehengê dozekê Wedat Aydin, tekoşîna wî, şert û mercên dewrana tê de jiyaye hatine bi cihkirin. Armanca pirtûkê ew e ku lehengekî doza Kurd û Kurdistanê bi hemû taybetmendiyên wî, xebat û tekoşîna wî, cîh û rola wî ya di nava tevgera netewî de, bi awayekî objektîf bide nasîn û nehêle bê jibîrkirin.
Pirtûka duyem ku ji Avestayê derketiye “Ji dev û pênûsa heval û dostên wî Wedat Aydin” e. Pirtûk ji aliyê M. Şefîq Oncu ve hatiye amadekirin. Di pirtûkê de nivîsên kesên wekî M.Emin Aktar, İrfan Altunç, Musa Anter, Osman Aytar, Zagros Berwarî, Nezîrê Cibo, Mûrad Ciwan, Mahmut Çetin, Hatip Dicle, Abdurahman Durre, Îhsan Espar, Nazdar Kahraman, Yaşar Kaya, Mahmud Lewendî, Ahmet Zeki Okçuoğlu, Şahin Polat, Celal Temel, Hüseyin Turhallı, Haluk Yıldızhan û Mehdi Zana ku li ser Wedat Aydin nivîsîbûn hatine bi cihkirin. Her wiha di her du pirtûkan de jî zêdeyî sed fotoyên Wedat Aydin hatine weşandin. Avestayê ji bo her du pirtûkan qutiyeke taybet amade kiriye û her wiha ji bo derketina pirtûkan dê roja 31’ê adarê li Amedê ji wêneyên Aydin pêşangeheke jî veke.
- Dozek Dewranek Lehengek: Wedat Aydın / M. Şefîq Oncu / 288 rûpel
- Ji dev û pênûsa heval û dostên wî Wedat Aydin / Amadekar: M. Şefîq Oncu / 128 rûpel
NAVENDA NÛÇEYAN