Tişta ku hişt ev pirtûkxane bibe ya duyemîn pirtûkxaneya Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ye. her wiha ev wekî dewlemendiyekê ji bo zanist û çanda herêma kobanê ye.
Rêveberên pirtûkxaneyê diyar kirin ku rojane 12 xwendevan serdana wan dikin. Xwendevan dikarin pirtûkan bi xwe re bibin û piştî ku pirtûk xwendin dîsa vegerînin pirtûkxaneyê û hin jî li pirtûkxaneyê bixwînin.
Rêvebera pirtûkxaneyê Zîlan Hemo derbarê mijarê de diyar kir ku ew rojane seat di 07.00’an heta 14.00’an de pirtûkxaneyê vedikin. Zîlan Hemo destnîşan kir ku wan komîteyeke wergerandinê ya Akademiyê ji çar kesên ku ji mamoste û pisporên zimanê Kurdî pêk tên, avakirine û pirtûkan ji zimanên wekî erebî, frensî û ingilîzî diwergerînin zimanê Kurdî. Zîlan Hemo bang li hemû xwendevanan kir ku pirtûkxaneyê her dem ji bo pêşxistina zimanê Kurdî, ziyaret bikin.
KOBANÊ