
Di ser damezrandina Komara Kurdistanê ya bi pêşengiya Qazî Mihemed li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê re 71 sal derbas bûn. Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Moînî bi minasebeta salvegera Komara Kurdistanê peyameke nivîskî weşand û salvegera damezrandina Komara Kurdistanê pîroz kir.
Siyamend Moînî di peyama xwe de destpêkê salvegera damezrandina Komara Kurdistanê li tevahiya gelê Kurd, xebatkar û malbatên şehîdan pîroz dike û wiha pê de diçe: “Îro rojeke afirîna fikreke dîrokî ye û heta roja îro di nava civaka siyasî ya Kurd de cihê wê diyar e. Komara Kurdistanê ezmûna siyasî ya civakî bû. Weke stêrek kete nava komên têkoşîna Kurd de, peyama azadî, demokrasî û wekheviyê digire nava xwe. Em xebat û rola pêşengiya Qazî Mihemed a di damezrandina Komara Kurdistanê de girîng û bilind dinirxînin û wesiyetên wî berçav digirin.”
Daxwaza Qazî tifaqa Kurdan e
Siyamend Moînî bi bîr xist ku xala yekem a wesiyetên Qazî Mihemed wekhevî û tifaqa Kurd e û got: “Xala duyemîn jî ew e ku divê civaka Kurd bi ti şêweyî baweriya xwe bi dagirkeran neîne. Xala sêyem jî pêwîstiya civakê bi perwerdekirina xwe heye, ji bo careke din ew dîroka reş a Kurd dubare nebe. Me hewl daye ku peyama pêşeng Qazî Mihemed bingeh bigirin û ji bo xistina wê ya meriyetê jî em xebatê dikin. Her wiha em ji civak û gelê Kurd daxwaz dikin ku ji bo pêkhatina vê peyama Qazî Mihemed û ji bo paşerojeke xwe ya ron, xwe birêxistin bikin. Ji bo civakeke azad û wekhev xebatê bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN