
Şêwekarê ciwan Mihemmed Silêman ê ji Girê Spî ne tenê li ser tabloyan resiman çêdike her wiha dîwarên kolanan jî bi xetên xwe direngîne û her derê bajêr ji xwe re dike qada hunerê. Ciwanê 33 salî Mihemmed Silêman ji gundê Kormaza yê 25 km başûrê bajarê Girê Sipî ye û ji pêkhatiye Ereb e. Li gorî ku Mihemed dibêje hezkirina wî ya ji şêwekariyê re rengek nû daye jiyana wî. Ne tenê wekî mijûlahiyek lê mêze dike, ji bo xwe kiriye armanc û karekî sereke.
Li ber destê hostekî gihişt
Mihemed li ber destê hunermendekî ji Îmareta Ereban, fêrî şêwekariyê dibe. Niha jî Mihemed li ser dîwarên dikan û malan xêz dike û bi riya vê hunerê, debara jiyana xwe dike. Mihemed dibistana seretayî heta refa şeşan li gundê Kormaza xwendiye. Di sala 204ꞌan de jî leşkeriya rêjîma Baas kiriye. Mihemed dema ku leşkeriya rêjîmê dikir, fêrî cureyên nivîsa Erebî El-Dîwanî, El-Farisî, El-Nesix, El-Celî El-Dîwanî, El-Fenî û El-Sehefî bûye û li se dîwaran dinivîsand.
Li ser bermahiyên şer huner
Piştî ku leşkeriya xwe bi dawî kir, berê xwe da paytexta Lubnanê Beyrûtê da bixebite. Dema çû Beyrûtê, leşkerên Îsraîlê di Tîrmeha 2006ꞌan de êrîşî bajêr kirin. li wir beşdarî pêşehgehekê bû. Li bajêr pêşengehek tê lidarxistin, pêşengeh jî wêneyên ku li ser mal û kolanên ruxiyayî, hatibpn xêzkirin û bi vî hawî gellek şêwekar xetên xwe li ser dîwaran danîbû. Armanc him ji nû ve avakirina bajêr bû û him jî moral dayîna gel bû. Xet û xêzên ku Mihemed çêdikirin hunera wî pêş xist û jiyana wî jî guhert.
Şêwekarên Alman ew perwerde kirin
Mihemed heta sala 2008ꞌan li Beyrûtê ma, piştre çû Îmareta Ebû Zebî a Îmareta Ereban. Li wir komeke ciwan nas kir û bi riya wan jî şêwekarên Alman David Barlow û Alex Sirca nas kirin. Mihemed li gel wan 7 mehan fêrî şêwekariyê bû. Di vê demê de, hezkirina şêwekariyê xwe di wêneyên wî dida der. Mihemed karaketer xêz dikirin û wêneyên wî dûrî xwezayê bûn. David Barlow biryar da Mihemed li ser xêzkirina wêneyên xwezayê perwerde bike. Mihemed 7 mehan li ber destê Barlow perwerde dît.
Pîcasoyê Ereban
Piştî ku fêrî xêzkirina xwezayê bû, li bajarê Eyn ya Îmareta Ereban kargehek vekir û tabloyên xwezayî û dekorên malan çêdikir. Mihemed sal û nîvekê karê xwe bi rengî berdewam kir. Bi vî jîrtiya xwe miletên li derûdorê navê “Picasoyê Ereban” lê dikir.
Piştî aloziya Sûriyeyê Mihemed ji Emareta Ereban vegeriya. Di tebaxa 2011ꞌan zewicî û niha 3 zarokên wî hene. Mihemed bi saya hunera şêwekariyê li ser dîwaran, debara jiyana xwe dike. Kolanên Girê Spî bi xet û xêzên Mihemed rengorend dibe.
YARA RECEB/GIRÊ SIPÎ