Komeleya Fîlozof Ehmedî Xanî li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ji bo fîlozofû helbestvanê Kurd yê mezin Ehmedê Xanî mewlûd da. Mewlûd li salona Kuba ya dawetê pêk hat. Di mewlûdê de endam û rêveberên BDP’ê, parlementerê BDP’ê Halil Aksoy, Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, nûnerên saziyên sivîl yên civakî jî di navde gelek kes amade bûn.

Serokê BDP’a Bazîdê Talat Aktaş, axivî û diyar kir kû Ehmedê Xanî ji bo gelê Kurd kesayetiyek gelek mezine û di berhemê xwe de jî behsa yekîtî û tifaqa gelê Kurd dike. Şaredara Bazidê Canan Korkmaz jî anî ziman kû, Ehmedê Xanî ji bo gelê Kurd nirxê herî pîroze û wiha got: „Niha hikûmet dixwaze navê van pêşengê wêje û çanda gelê Kurd li gorî xwe bikar bîne û li ser van qîmet û nirxên Kurd raweste.“ Korkmaz, her wiha êrîşên dersînor jî şermezar kir.

AGIRÎ