EFRÎN: Şervanên YPG`ê û YPJ`ê duh bi vê armancê li Navenda Şehîd Rifet a bajarê Efrînê merasîmeke leşkerî lidar xistin, di merasîmê de ji bo bîranîna têkoşer Xebat Dêrik 21 gule hatin teqandin. Ji fermandarên YPG`ê Selah Eldîn Kurd di merasîmê de derbarê têkoşîn û jiyana Xebat Dêrik de axivî. Kurd diyar kir ku bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re Xebat Dêrik ji yemkemîn kes bû ku bingeha ava kirina YPG`ê ava kirin. Kurd diyar kir ku piştî du salan niha YPG`ê li seranserî Rojavayê Kurdistanê belav bûye û bi hêz bûye.
Di merasîmê de her wiha li ser navê Encûmana Niştimanî a Kurd li Sûriyê Reşîd Şaban û li ser navê Meclisa Gelê Rojvayê Kurdstanê jî Etûf Ebdo axivîn û Xebat Dêrik û hemû şehîdên şoreşê bibîr anîn û bal kişandin ser rola YPG`ê ya parastina hemû pêkhateyên herêmê.
Piştî axaftinan karwanekî leşkerî ku ji sedan wesayitan pêk dihat li kolanên bajarê Efrînê geriya û ji aliyê bi hezaran welatiyan ve hate pêşwazî kirin.
KOBANÊ: Li bajarê Kobanê jî ji bo bîranîna duemîn salvegera şehadeta Xebat Dêrik merasîmeke leşkerî hate lidar xistin. Bi sedan şervanên YPG`ê û YPJ`ê, nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û nûnerên partiyên siyasî yê herêma Kobanê beşdarî merasîmê bûn. Di destpêka merasîmê de şervanên YPG`ê û YPG`ê ji bo bîranîna Xebat Dêrik rê û resmeke leşkerî lidar xistin. Ji fermandarên YPJ`ê Meysa Ebdo di merasîmê de axivî. Ebdo da zanîn ku Xebat Dêrik canê xwe ji bo şoreşa Rojvayê Kurdistanê feda kir. Ebdo li ser navê şervanên YPG`ê û YPJ`ê û zos da ku ewên li ser rêya Xebat Dêrik têkoşîna xwe bilind bikin.
Di merasîmê de her wiha li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mistefa Îto, Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê Kîlo Îsa, Partiya Demokrata Pêşverû a Kurd li Sûriyê Ebdilqadir Zîto, Meclisa Gel a Kobanê Ayişe Efendî, Yekîtiya Star Wehîda Xelîl û li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Rêzan Tolhildan jî axivîn û şehîd Xebat Dêrik bibîr anîn. Piştî axaftinan şervanên YPG`ê û YPJ`ê li kolanên gundê Şeran û bajarê Kobanê geriyan û ji aliyan bi hezaran welatiyan ve hatin pêşwazî kirin.
VIYANA: Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li paytexta Avusturya Viyanayê dê jibo bîranîna damezrênerê YPG`ê Xebat Dêrik merasîmekê lidar bixe.
Rêxistina PYD`ê ya Viyanayê bang li Kurdistaniyên li Avusturyayê kir ku berşdarî merasîa bîranînê dibin. Merasîm dê roja roja şemiyê 18`ê çile di saet 14.00`an de li Navenda Çanda Kurdî a li Viyanayê bê lidar xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN