Konfederasyonê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku xwendekar îsal ji ber rewşa şer nikarin biçin zanîngehan, wê tenê karibin biçin ezmûnan, lewre jî dê gelek tengasî derkevin holê. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku konfederasyonê bi armanca alîkariyê û tijekirina valahiyê, bernameyek derxistiye.
Di daxuyaniyê de li ser bernameyê ev agahî hatin dayîn. "Ji bo ku xwendekar ji dersên xwe paşve nemînin, wê di gelek dersan de perwerde bêne dayîn. Perwerde wê bi beşdariya mamosteyên pispor bêne dayîn. Her mamosteyek wê di mijara xwe de dersan bide û xwendekaran ji bo ezmûnan amade bike. Di vê çarçoveyê de li navenad konfederasyonê ya Qamişlo ku li taxa Neqil Berî ye cihê serlêdana xwendekaran hatiye vekirin. Xwendekarên ku dixwazin dersan bibînin wê navên xwe qeyd bikin. Piştî qeydkirina navan, wê xwendekar li gorî beşên wan bêne dabeşkirin û di dawiya cotmehê de jî wê dest bi perwerdeyê bê kirin."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gorî serlêdan û zêdebûna xwendekaran wê hejmara dersan û dayîna wan a di nava hefteyê de bêdiyarkirin û ders jî wê heta dawiya sala perwerdeyê dom bikin.
Serlêdana xwendekaran di 3'yê Cotmehê de destpê kirine û di nava rojekê de 20 xwendekaran serlêdan kiriye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku xwendekarên bajarên herêma Cizîrê yên wekî Amûdê, Dêrik, Dirbêsiyê û Tirbespiyê jî dikarin serlêdanê bikin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya perwerdeyê de wê dersên wekî aborî, ingilîzî, fransî, erebî, hiqûq, matematîk, endezyarî, komputur bêne dayîn û xwendekar ji bo ezmûnan bêne amadekirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku xwendekarên dixwazin, ji vê xizmetê sȗde bigirin, dikarin serî li navenda konfedresyonê bidin.
QAMIŞLO