Mala Husên Mukiryanî li navçeya Rewandizê ye û qaşo hê wê bê restorekirin. Xelkê Rewandizê dibêje, hikûmetê soz daye ku mala Husên Mukiryanî nû bike, lê heta niha tiştek nekiriye. Nivîskarên navçeyê jî bang li dîroknas û nivîskaran kir, da ku ji bo mala Mukiryanî bibe navenda rewşenbiriyê, zextê li hikûmetê bikin. Ev ê di heman demê de bibe yadkirineke kovara Zarî Kurmancî û Husên Huznî Mukiryanî bi hev re.
Dîroknas û rojnamevanê Kurd Husên Huznî Mukiryanî, sala 1925’an li bajarê Helebce dezgeha çapê aniye navçeya Rewandiz a ser bi Hewlêrê. Piştî wê, kovara Zarî Kurmancî li navçeyê çap kiriye. Mukiryanî gelek kar û xizmetên din jî di warê rojnamevanî û dîrokî de kirine. Lê niha xaniyê kevin yê ku Mukiryanî tê de kar kiribû, bûye kavil. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, sala 2013’an soz da ku xaniyê kevin yê Mukiryanî nû bike. Hîmê xanî hatiye danîn, lê bi hinceta qeyrana aborî, restorekirin hatiye rawestandin.
Da ku bibe navendeke rewşenbîrî
Li ser vê mijarê nivîskar û niştecihê Rewandizê, Îbrahîm Baban got; “Projeya restorekirina xaniyê Huznî Mukuryanî jî yek ji wan projeyan e ku berê bingehîn hatiye danîn. Lê heta niha jî kar li ser nehatiye kirin. Pêwîst e ku rojnemevan û nivîskar zextê bikin da ku mala Huznî bibe navendeke rewşenbîriyê.”
Endamê ofîsa Soran yê sendîka rojnamevanên Kurdistanê, Hejar Îbrahîm li ser mijarê got; “Em ji bo ku hikûmet soza xwe bi cih bîne bi israr in. Berê bingehîn yê vê projeyê di Hezîrana 2013’an de hatiye danîn. Lê bi hinceta qeyrana aborî proje hatiye rawestandin. Me ji îdareya navçeyê re got, niha qeyrana aborî nemaye, pêwîst e ku hikûmet budceya pêwîst ji bo projeyê xerc bike.”
Qeymeqam destek dike
Qeymqama navçeya Rewandizê, Kuwêstan Ehmed jî got, wan ji bo pêkanîna projeyê bi îdareya Rewandizê re lêkolîn daye destpêkirin. Ehmed da zanîn ku ew piştgiriya çêkirina projeya mala Huznî Mukiryanî dike û ew ê hewl bide ku ev proje biçe serî.
ROJNEWS / HEWLÊR