Hate zanîn ku di hevdîtinê de di navbera her du meclîsan û xurtkirina peywendiyên gotûbêj hatin kirin. Ji bo yekdengî di navbera herdû meclîsan çêbibe peymanek hate amadekirin. Peymana berî niha li Rojavaya Kurdistan hati bû îmzakirin, bigihînîn astekî bilindtir.

'Em gîhaştin hinek biryarên nû'

Ji aliyên kî din we Heyeta Meclîsa Gel ya Demokratik a Rojavaya Kurdistanê (MGD-R) li Hola Azadiyê ya Hewlêrê ji bo gel semînerek lidarxistin.  Hevdîtinên heyeta Meclîsa Gel ya Demokratik Rojavaya Kurdistanê (MGD-R)li bajara Hewlêrê li hola Azadî ji bo gel semînerek lidarxistin. Di semînerê Hewserokên MGD-R Parêzer Evdilselam Ehmed Mamoste Sînem Mihemed li ser rewşa Rojavayê Kurdistan û Sûriyê û hevdîtinê xwe yên li Herema Kurdistan nêrînê xwe bi gel ve parvekirin. Ehmed da zanîn ku ev wan bi partî û saziyên heremê û herî dawî jî bi Encumena Niştîmanî ya Kurdên Sûriye re hevdîtina pêkanîn e û wiha got “ Me ji bo li Rojavayê Kurdistanê yekdengiya Kurdan ava bikin li Herema Kurdistan hevdîtina pêkanî û herî dawî jî me bi Encumana Niştîmanî re hevdîtinek pêkanî û em gîhaştin hinek biryarên nû.” 

HEWLÊR