Silo di destpêka axaftina xwe de armanca avakirina QSD’ê bi bîr xist got, “Ji berê û heta niha gelek hêzên leşkerî li ser xaka Sûriyê şer dikin. Her hêzekê ji aliyê xwe ve xwe birêxistin kiribû. Pêwîstî hebû ku rêxistineke hevbeş ji van hêzan re were avakirin da ku wan bigihîne hev û Sûriye ji DAIŞ`ê bê rizgarkirin. Sedema sereke ya avakirina QSD`ê jî ev bû”.
Mezinbûna hêzê serketin bi xwe re anî
Têkildarî serketinên QSD´ê jî Silo da zanîn ku di warê rêxistinî de QSD’ê gelek serketin bi dest xistine û da xuyakirin ku wan bi 13 hêzan destpê kiriye û niha 32 hêzên ku nûnertiya hemû pêkhateyan dikin, cihê xwe di nava QSD’ê de digirin û wiha dom kir: “Ji ber rastiya me diyar bû û her kesî ew rastî nas dikir, me gelek serketin bi dest xistin. Li ser vî esasî ciwanên ji hemû pêkhateyan tevlî nav hêza me bûn. Hêza me ya rêxistinî jî gelekî mezin bû.”
Pêwîstiya bi piştgiriya siyasî û leşkerî
Silo têkildarî xebatên wan û astengiyan û kêmasiya alîkariyên leşkerî û siyasî got, “Em jî wekî aliyekî stratejîk di nava Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ‘ê de cih digirin. Me gelek caran daxwaza alîkariya leşkerî kir, lê heta niha ti bersiv nehate dayîn, tene bi piştgiriya ezmanî alîkarî hate dayîn.”
Silo diyar kir ku piştî avakirina Meclîsa Sûriyeye Demokratîk (MSD) ku rûyê siyasî yê QSD‘ê ye û nûnerê wê yê rawa yê danûstandinan e; Konseya Ewlekariyê biryar da ku bi fermî bi MSD’ê re tifaqê bike û got, ev tifaq tenê di asta sozan de maye û wiha peyivî, “Divê îtîraf bi me bê kirin. Di demeke nêz de wê federalî jî li herêmên me were îlankirin, ji ber wê pêwîst e ku civaka navneteweyî vê sîstemê qebûl bike, ji ber ku ev sîstem dê pêşeroja Sûriyê diyar bike.”
Hewldanên reşkirinê wê werin pûçkirin
Silo da zanîn ku hin hêzên navneteweyî û herêmî hêzên opozisyonê, di nav de, digotin ku dê operasyonên QSD‘ê negihîjin armancên xwe û wiha domand: “Bingeha dijberiya wan bi me re ew e ku em hêzeke niştimanî ne û armanca me ya sereke parastina gelê Sûriyeyê ye. Me komên terorîst ên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin, têk birin. Ji ber vê yekê dijminatiya wan bi me re mezintir bûye. Li dijî me gelek îdîayan derdixin û dixwazin hêza me reş nîşan bidin. Her dem êrişan li dijî me bi pêş dixin, lê bi vîn û îradeya şervanên me û piştgiriya gelê me wê hemû pîlanên wan pûç bibin.”
Operasyon li ser daxwaza gel pêk hatin
Telal Silo diyar kir ku piraniya operasyonên wan li ser bangewaziya gel a rizgarkirina ji çeteyan hat destpêkirin û got, “Piştî ku me herêm ji çeteyan rizgar kir, me radestî şêniyên wê dikir da ku bi xwe xwe birêve bibin û rêxistina xwe ava bikin. Ev jî cudahiya hêza me ji yên din nîşan dide. Hêza me ji aliyê her kesî ve hate pêşwazî kirin. Piştî operasyonên me yên rizgarkirina herêmên Bakûrê Sûriyeyê ji sedî 90´ê ciwanên herêmê tevlî hêza me bûn, pirraniya wan ji pêkhateya Ereb bûn, pêkhateya Tirkmen jî cihê xwe di nava hêza me de girt, ji bo wan dewreyên perwerde hatin vekirin.”
Telal Silo bi bîr xist ku armanca wan ew e ku tevahiya erdên Sûriyê ji hêzên terorîst rizgar bikin û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Em sozê didin gelê xwe ku em ê soza berê me dayî bi cih bînin û em ê wan ji çeteyan rizgar bikin.”
DILŞAD CÛDÎ
ANHA / HESEKÊ