EHMED SEMÎR/BASIL REŞÎD / ANHA/QAMIŞLO
Rewşenbîr û nivîskarên Bakur û Rojhilatê Sûrî dibêjin, “Divê partî û hêzên Kurd li dijî êrişên dewleta Tirk yekîtiyê ava bikin.”
Nivîskar Can Îbrahîm diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoyeke çarenûsî re derbas dibe, ji ber vê yekê divê helbestvan û rewşenbîr yekîtiya xwe ava bikin û got, madam gelê Kurd helwesta xwe diyar kiriye, çima em yekîtiya xwe ava nakin?
YPG, YPJ û QSD`ê li ser rûyê erdê xwe isbat kirin û divê em jî erka xwe pêk bînin.
Nivîskar Telal Hisên jî got: “Bûyera bi serê koçberên ji Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê de hatî, mîna bûyera Helebçe ye. Em nikarin giriyên koçberên ji Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê ji bîr bikin. Ji ber êrişên artêşa Tirk di kampan de hêsirên wan dibare. Zarok, jin û pîr ji herêm û gundên xwe koçber bûn. Çeteyên artêşa Tirk mal û milkên wan talan kirin. Ji ber vê yekê em bang li nivîskar û akademîsyenan dikin ku bi qelemên xwe li dijî dagirkeriya artêşa Tirk bisekinin.”