Daxuyaniya KCK’ê wiha ye: “Şerê 3. ê Cîhanê ku dengeyên nû wê werin sazkirin li Rojhilata Navîn destpêkiriye û didome. Ev şer di nava hêzên navneteweyî yên dixwazin bibin xwedî bandor, dewletên herêmên yên statukoparêz û hêzên gel ên ji rewşa heyî bêzarin de pêk tê. Dengeyên kevin herî zêde zirar da Kurdan. Ji ber vê yekê di encama têkoşîn û rêxistinbûyina dehan salan de dixwazin di nava dengeyên nû de cih bigirin û bigihijin jiyana xwe ya azad û demokratîk. 

Di serdema me de Kurd xwedî derfetê mezin in û tu caran mîna vê demê li çar parçeyan nebûne xwedî biryardarî ya ji bo jiyana azad û demokratîk. Herkes qebûl dike stêrka Kurdan li asîmanê Rojhilata Navîn bilind dibe.” 

Derfet û xetere di zik hev de ne

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku tevî derfetên dîrokî yên misogerkirin û pêşxistina destkeftiyan jî xetereyên mezin jî li pêşiya Kurdan hene. Hewldanên AKP’ê û dewleta Tirk ên dargikirina Rojava û Başûrê Kurdistanê, her wiha tevkujiyên li Bakûrê Kurdistanê pêk tîne, mîna daneyê berbiçav ê van xetereyan hatin nîşandan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rêya bitenê ya bidestxistina serkeftin û destkeftiyên mezin di yekîtiya Kurdan re derbas dibe û wiha hate gotin: “Rewşa dawî ya li Bakûr, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, êrîşên pêk tên ji bo hemû sazî û partiyên Kurd di wateya banga yekîtiyê de ne. Sazkirina yekîtiya neteweyî wê were wateya mudaxeleyeke bi bandor a Kurdan li beranberî pêşketina heyî û bi Kurdan re hemû gelên Rojhilata Navîn wê biser bikevin. Xebatên Kongreya Neteweyî di sala 2013-2104’an de hatin meşandin bi xwe re encamên girîng derxistin. Em bang li hemû partî û rêxistinê Kurd dikin ku ji bo pêşxistina diyalogê, avakirina yekîtiyê û lidarxistina Kongreya Neteweyî gavan biavêjin. Di hevdîtinên me yên bi partiya re girîngiya jiyanî ya lidarxistina Kongreya Neteweyî xwe dide der. Di vê mijarê de mîna tevger em careke din destnîşan dikin ku çi berpirsiyarî bikeve ser milê me emê bicîh bînin.” 


 ANF / BEHDİNAN