
Li ser navê malbatê Huseyin Demir û Kazım Geçer jî axivin û got in: "Rêya wan a şeref û namûsê ye. Em bi şehîdê xwe ser serbilind in“.
Bavê Yilmaz Geçer Mamoste Fizan Gecer jî bixêrhatin û sipasdariya hemû mêvanan kir û helbesta bi navê "Oxir be ji te re Diyarê min“ xwend. Dayika Eyşê Geçer jî ligel ku di vegotina hestên xwe de zehmetî dikşand wiha axivî:“ Îro daweta lawê min e lê lawê min nedinavde ye û Diyarê min nedît ku Amed bû paytexta Kurdistan. Lê Diyarê min û hevalên xwe ew rê vekirin. Ji bo wê jî Diyar ne tenê şehîdê min e, şehîdê hemû gelê Kurd e."
Ligel axaftinên malbatê, siyasetmedar û kesên mîna Serokê KNK'ê Tahir Kemalîzade, Serokê PJAK'ê Hecî Ehmedî, Liser navê Malbatên Şehîd û Wendahiya Ali Omer, li ser navê UTAMARA Sultan Oger jî axaftin kirin û sersaxiya malbatê xwestin. Piştî axaftinan Slayta di derbarê jiyana Yilmaz Geçer (Diyar) de hat temaşekirin û merasîm bi belakirina xwarinê bi dawî bû.
EVÎN AKSOY / AACHEN