Koroya Zarokan Domanê Dersim li Swîsreyê bûye navendek ji bo ku zarok hînî çanda xwe û zimanê xwe yê dayikê Kirmanckî bibin. Malbat jî bi zarokên xwe serfiraz in.
ERKAN GULBAHÇE / FRANKFURT
Koroya Zarokan Domanê Dersim, li kantona Swîsreyê Baselê , li bajarê li ser sînor Weil Am Reinê û hawîrdora wê bi keda malbatên Kurd ên ji Dersimê hatiye avakirin. Koro xebatên xwe li dibistana muzîkê ya Weil Am Reinê bi rê ve dibe. Di festîvala Dersimê ya îsal a li Frankfurtê de jî xelkê kom gelekî eciband. Berpirsa komê Aysel Ateş Kantar ji bilî muzîkê gelek karên din ên serketî jî dike. Wê, mamosteyê muzîkê Huseyin Karaçeper, ji berpirsên koroya zarokan Baykal Demir ji me re behsa wê yekê kirin ka çawa dest bi projeyê kirine.
Hem kêfa dilê wan e û hem jî hîn dibin
Berpirsa projeya Koroya Zarokan Domanê Dersim, Aysel Ateş Kantar bi bîr dixe ku li Ewrûpayê bi Kirmanckî kêm tê peyivîn û êdî hatiye ber jibîrbûnê; ha ji ber vê yekê jî biryar dane ku xebateke fena vê bidin destpêkirin. Ew dibêje, hizra wan a sereke beriya ku dest bi projeyê bikin, ew bû ku vê peyamê bidin dê û bavan, “li şûna mal û milk, çand, ziman û dînê wan hînî zarokên xwe bike, û mîrasa herî mezin ji zarokên xwe re bihêle.” Armanca wan jî li gorî wê ew e ku zimanê dayikê û çanda wan hînî “zarokên xwe” bikin. Ew wiha vê meseleyê rave dike: “Em dixwazin çanda xwe veguhezînin siberojê. Em dixwazin bi rêya muzîkê zarokên xwe bi çanda wan bitaemînin. Di vê peywendê de zarokên me hem kêfa dilê xwe ne, hem jî hînî çanda xwe dibin.” Kantar wekî din got, ew karû xebatên dersên zimanê dayikê jî dimeşînin. Wan pirtûka Zonê ma Zanena ya ji bo fêrkirina Kirmanckiyê, bi alîkariya weqfên Swîsrî û Elmanî bi 4 zimanan weşandiye û wekî din stranên zarokan ên devera Dersimê jî weke CD derxistine. Kitêbeke li ser stranên zarokan ên Dersimê jî bi 5 zimanan karîne biweşînin.
Ji berpirsên koroyê Baykal Demir jî da zanîn ku ji armancên wan e ku Koroya Zarokan a Domanê Dersim bi koroyên zarokan ên li Dersimê re bînin cem hev. Mamosteyê koroyê Huseyin Karaçeper jî got, “Projeyeke pirr delal e. Ev projeyek e wisa ye ku bi kêr tê ji bo ku zimanê me nemire, çanda me veguheze nifşên piştî me.”
Ji bo malbatan cihê şanaziyê
Ceren Saxlam (13) a di koroyê de dibêje, tevî hevalên xwe ev 3 sal in ku di koroyê de diçe dersên baxlemeyê.Ew dibêje, ji ber ku van demên dawiyê li ser dikê hunerê xwe pêşkêş dike, kela canê wê gelekî radibe. Pê re jî ew bi karê xwe serfiraz dibe û dixwaze bigihîze armanca xwe ya muzîkalê. Dayika Ceren, Ozlem Saxlem jî dibêje, ew gelekî şanaz e bi zaroka xwe. Ew dide zanîn ku Ceren hevalên baş çêkirine, û bi xêra dersan jî zimanê xwe yê dayikê Kirmanckî baş kiriye: ”Cerenê rojekê metnekî bi Kirmanckî xwend û wergerand. Ew qasî ez pê şanaz bûm ku rondik ji çavên min bariyan.“