13  ta 20’ê Mijdarê weke Hefteya Kitêbên Zarokan a Cîhanê tê pîrozkirin. Armanca pîrozbahiyê teşwîqkirina zarokan e da ku bixwînin û binivîsînin. Xwendina bi zimanê dayikê amûra bipêşketin û fêmkirinê ye. Mamosteyê Pêşdibistanê Cejna Sezgîn bi munasebeta Hefteya Pirtûkên Zarokan a Cîhanê axivî û got; “Zarokên me xwediyê zimanekî qedexe ye. Bi zimanê biyanî dixwînin ku ev yek ji bo kesayeta wan nabe pêşketinek rast.”

Cejna li dibistana Zarokistanê ya ser bi Şaredariya Peyaza Amedê mamostetiya pêşdibistanê bi zimanê Kurdî dikir. Ev pêşdibistan jî bi dagirkeriya qeyûm re hatin girtin. Dîsa jî Cejna di nava 8 mamosteyên Zarokîstanê de ye ku kar û xebatên xwe dewam kirin. Cejna pirtûkên zarokan, çîrokan dinivîse. Cejna dibêje ew bi zimanekî azad mezin nebûne û dixwaze Kurd bi fêrbûna Kurdî şoreşekê bikin: “Bi xwendin û nivîsandinê bila Kurd hemû şoreşê bikin.”

 Kitêb lazim in

Cejna balî dibe ser roja Hefteya Kitêbên Zarokan a Cihanê û dibêje; “Zarok ji bo fêrbûnê tên cihanê ku em çawa fêr bikin wisa mezin dibin. Divê em jiyaneke rast nîşanî wan bidin ji bo rast bijîn. Xala herî girîng a ku ji bo vê xwedî rol e, bê guman xwendin e. Ji bo zarokên me ji çand û zimanê xwe bêhtir sûdê bigirin û bibin xwediyê hişmendiyek berfireh divê em wan teşwîqî xwendinê bikin. Mixabin zarokên me ne xwedî derfetên berfireh in û ji bo wan divê em bêhtir binivîsin. Bila zarok bi çanda xwe û zimanê xwe zanistê fêr bibin. Xwe û rastiya xwe hîn bibin.”

Cejnayê wiha dawî li axaftina xwe anî, “Ji ber ku li dibistanan zarok nikarin bi awayekî azad zimanê dayikê biaxivin, bandoreke neyênî li wan dibe. Carinan malbat mecbûr dimînin zarokan bibin derûnnasan. Loma perwerde, xwendina pirtûkên bi Kurdî ji bo zarokan pêwîst e. Divê em zarokan ji vê trajediye xilas bikin û ev jî bi têkoşînê wê pêkan be. Divê em vê têkoşînê di malê de di kuçeyan de bidin destpêkirin.”

 

JINNEWS/AMED