Ligel xebatên çand û hunerê xebatên ziman û wêjeya Kurdî jî didomin. Li navenda Çand û Hunerê ya MED'ê di mehên havînê de ji bo zarokan kursa ziman vekirin.
Xebatkarê Navenda Çand û Huner MED'ê Fesîh Tekîn, bang li hemû kesên dixwazin hînî çanda xwe bibin kir ku tevlî xebatên wan bibin û diyar kir ku ligel kursan perwerdehiya zimanê zikmakî jî dîdin û wiha got: "Berê herî tiştî em li ser xala kes xwe veguherîne dirawestin. Dema ev hate kirin dê xwendekar xwe biguherîne. Xwendekareke me di nava du mehan de hem hînî tembûrê û hem jî hînî gotinê bû."
Li navenda çandê projeyeke helbestan jî tê meşandin. Projoya ji aliyê saziyê ve tê meşandin helbestên ji girtîgehan hatin berhev dikin û dê bikin pirtûk. 300 helbestên ji tirkî, Kurdî û farisî pêk tên dê bînin cem hev û pêşkêşî xwendevanan bikin.
STENBOL