Bi pêşengiya Midûrtiya Şaxa Karên Kreş û Zarokan a bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî dest pê kir perwerdeyê dide zarokên li deverên destteng ên bajêr. Bijîşkên Diranan Ozlem Anli û Tahîr Tekeş perwerdeya tenduristiya diranan da zarokên ku hatin Navenda Tenduristî ya li Sumerparkê. Piştre jî firçeyê diranan û macûn diyarî zarokan kir. Pê re jî bi xêzefîlmekê perwerdeya diranan dan zarokan. Xebata perwerdeyê 500 zarokên pêş dibistanê ên têne krêşa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û zarokên heta pola 7-8 ên ku ji Cilşoxaneyên taxên Benûsen, Aziziye, Hasirlî û Yenîkoyê sûdê werdigirin vedigire. Her weha zarokên pola 7-8 perwerdeya temenê sinêlehiyê jî dibînin. 

DÎHA/AMED