
Li Wanê ji bo zarokan qadeke hunerî ya nû hat vekirin. Şanoya Zarokan a Çûka Şîn ku ji bo zarokan hatiye vekirin bi lîstinên xwe zarokan kêfxweş dike û li aliyê din jî serwextkirinê armanc dike.
Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ji bo zarokan Şanoya Zarokan a Çûka Şîn hat vekirin. Ji aliyê lîstikvanên dildar ve di şanoyê de lîstikên zarokan tên lîstin û zarok li aliyekî demên kêfxweş derbas dikin û li aliyê din jî lîstikên ku peymanên civakî didin, dilîzin.
Dê û bav jî jê razî nin
Her wiha dê û bavên ku bi zarokên xwe re tên şanoyê temaşe dikin jî demên bi kêf derbas dikin. Ji lîstikvanan Gamze Aryan (22) da zanîn ku li Wanê ji bo zarokan kêmasiya şanoyê heye û wiha axivî: “Me nû dest bi şanoyê kir. Me destpêkê lîstika ‘Çûka Şîn’ lîst. Me bertekên gelek erênî girtin. Em niha Çûka Şîn û du lîstikên din jî ji bo zarokan dilîzin.”
Qadê li çûk û zarokan teng dikin
Aryan bal kişand ser naveroka lîstika Çûka Şîn û da zanîn ku li metropolan ji bo çûkan qada jiyanê nehatiye hiştin û qadên kesk veguherîne blokên betonan û ji ber vê jî ev lîstik nivîsine. Şanoger Aryan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qadên lîstikê yên zarokan jî teng dibe. Gelek zarok hîna nizanin dar çawa tên çandin. Loma me lîstikên ku zarokan serwext dike, amade kir. Em ji zarokan re vedibêjin ku ji ber dar tên birîn û qadên jiyanê nabînin çûk koç dikin.”
Ji bo zarok şanoyê nas bikin
Şîrîn Çelîk a 21 salî jî bi lêv kir ku piranî zarok haya wan ji şanoyê nîne û got ku ji bo ku ji zarokan re qadên alternatîf biafirînin û şanoyê bi zarokan bidin nasîn projeyek wisa kirine. Şîrînê anî ziman ku ew lîstikên xwe bi zimanê zarokan vedibêjin û li gorî ku ew fêm dikin em dilîzin.
WAN