Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya Zarok û Pevçûnên Çekdarî Leîla Zerroûgûî di axaftina xwe ya roja Çarşemê ya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de got, "Revandina jin û zarokan ji aliyê komên dînî yên tundraw ve, taktîkeke şer a bi rêkûpêk e ku ji bo terorîzekirin, tepisandin û piçûkxistina tevahiya civakê tê bikaranîn."
Zerroûgûî ji Konseya Ewlekariyê ya ji 15 endaman xwest, ku ji bo parastina zarokên li deverên şer tedbîran bigire û li hemberî komên ku zarokan hedef digirin ambargoyên giran bixe meriyetê.
Ev axaftina li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, di demekê de hat kirin ku li ser revandina 500 zarokan li bajarokê Damasak ê Nîjeryayê ji aliyê Boko Haramê ve nîqaş dihatin meşandin.
Di encama operasyona hevpar a artêşên Nîjer û Çadê de yên destpêka meha Adarê bajarokê Damassak ê li ser sînorê Nîjerê ji Boko Haram hatibû rizgarkirin. Gelek ajansên nûçeyan doh ragihandin ku li bajarokê Boko Haramê xwe jê vekişandiye, 500 zarok winda ne.
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî UNICEF ´ê da xuyakirin, ku 2014'an ji bo zarokan bû saleke giran û zehmet. Li gorî rapora UNICEF´ê ya 2014'an li ser rewşa zarokan li Afrîka Navîn, Sûdan a Başûr, xaka Fîlîstînê ya di bin dagirkeriyê de ye, li Iraq, Sûriye û Ukraynayê tesîra şer li bi qasî 15 mîlyon zarokan bû.
NEW YORK