Orhan Arslan (16) û Muhammet Aydemir (19) par 12´ê Tebaxê li devê deriyê firna nên a lê dixebitîn ji aliyê polîsên Tirk ve hatibûn qetilkirin. Rêxistina Efûyê bi kampanyaya xwe ya global dixwaze ku berpirsiyar werin dadgehkirin û bêcezamayîn bi ser nekeve.  

Rêxistinê kampanyaya xwe bi navê “Ji bo zarokên Diyadînê Edalet” bi rê ve dibe. Di metna ji bo kampanyayê de îşaret bi bêusûliyên di lêpirsînê de tê kirin û bang li raya giştî têkirin ku bi îmzeyên xwe destekê bidin kampanyayê. Di metna ji bo kampanyayê de weha tê gotin:

“Em dixwazin ku her gav were avêtin ji bo ku tevahiya rastiyên elaqedarî qetilkirina Muhammet û Orhan eşkere bibin, lêpirsîna cezaî tavilê bi awayekî serbixwe û bêalî pêk were, tevahiya berpirsiyaran werin dadgehkirin û rewşa bêcezamanê bi ser nekeve”. 

Rêxistina Efûya Navneteweyî bi vê metnê dixwaze ku raya giştî metnê îmze bike û destekê bide kampanyayê.


Çi qewimîbû?

Li navçeya agiriyê Diyadînê  Muhammet Aydemir ê 16 salî û Orhan Arslan ê 19 salî ji bo ku alîkar bin ji abora malbata xwe re li cem nanpêjekî dixebitîn. Şeva 12´ê Tebaxa 2015´an li depoya êzingan a firina lê dixebitîn ji aliyê polîsên Tirk ve herdu jî hatin qetilkirin. Di dîmenên tomarkirî yên ewlekariya firinê de xuya dike ku herdu beriya bûyerê li bendê ne ku firin vebe û bi telefonên xwe yên destan mijûl in û elaqeya wan bi ti awayê şidetê re nîne.