Piştî 2 erdhejên mezin li Wanê pêk hatin, bi hezaran welatî û zarok rewşa wan a derûnî xera bû. Piştî erdhejên li Wanê pêk hatin, Şaredariya Wanê ji bo zorokan konê perwerdehiyê vekir. Di projeya atolyeyê de Şaredariya Bajarê Mezin Amedê, Şaredariya Wanê, Odeya Mîmaran a Amedê bi hevkariya hev ji bo derûniya zarokan atolyeyê “Bi çavê zarokan lê nêrîn û têgihîştin” vekirin. Li konê perwerdehiyê li gel dersên ziman atolyeya wênekêşiyê jî hate vekirin. Zarok bi dersa wênekêş û kişandina wêneyan rewşa nebaş ji ser xwe diavêjin. Odeya Mîmaran a Amedê, ji bo atolyeyê 43 wênekêş ji zarokan re stendin. Li 3 herêman atolye vebûn û ji bo her heremê 3 saet ders tê dayîn. Çarşemê ji bo 16'ê zarokan 3 saet ders tê dayîn. Li herema 1'emîn û 2'emîn yekşemê 3 saetan ders tê dayîn. Piştî atolye hatin vekirin zarok gelek kêfxweş bûn û kêfa xwe anîn ziman. Li atolyeyan 2 mamoste dersa wêneyan didin û bi zarokan re eleqeder dibin. Zarokan, diyar kirine ku ew dê ji bo DÎHA’yê bibin alîkar û bi wênekêşên xwe piştgiriyê bidin DÎHA'yê. Zarokan piştî dest bi atolyeyê kirin 6 wêne kişandin û şandin ji ajansa me re. Hûnermendê wêneyan Selîm Yildiz, ku dersê dide zarokan diyar kir ku bi armanca piştgiriyê biin zarokan û derûniya wan baş bibe atolye vekirine.

'Herî zêde zarok bandor bûn'

Yildiz, ani ziman ku 2 erdhejên mezin derûniya civakê xera kir û bandorek gelek mezin li ser zarokan çêkir. Yildiz, da zanîn ku zarok ji aliyê derûnî û civakî ve ketin bin bandorek mezin û wiha got: "Ji jiyanê dûr ketin. Derûniya wan xera bû û pirsgirêkên wan ên derûnî zêde bûn. Zarokan hêj bandora erdhejê ji ser xwe neavêtine. Em dixwazin derûniya zarokan rast bikin û kêfa wan bînin. Em dixwazin wêneyan bi çavê zarokan bidin nîşandan." Yildiz, diyar kir ku di van atolyeyan de 43 zarok dersê dibînin. Zarokên di wênekêşandinê de serkeftî ne. Zarok bi wêneyên ku dikişînin didin xuyayikirin ku ku tesîrek neyînî ji erdhejê girtine. Em dê pişt re zarok û wêneyan wan bibin Amedê pêşengehê vekin. Piştî pêşengehê em dê atolyeya xwe mezintir bikin."
Zaroka bi navê Zelal Varol ku erdhejê bandorek mezin li ser wê çêkir, diyar kir ku moral û rewşa wan baş bûye û kêfxweş e ku tev li atolyeyê dibe. Varol, bi lêv kir ku ew pir dixwaze wêneyên dayik, bav û konan bikişîneZarokê bi navê Bariş Eren, ku çalak e û wêneyan dikişîne jî anî ziman ku atolye gelek kêrî wan hat û wiha got: Mamostê me gelek tişta fêrî me dike. Bi xêra mamoste em kişandina wêneyan hîn bûn.” Eren, destnîşan kir ku ew dixwaze wêneyên avahiyên xerabe û yên bi xesar bikişîne. Eren, anî ziman ku ji xeynî dersa wênekêşiyê dersên wek ziman, matematîk û leyîstikan tê dayîn û wiha got: "Ez dixwazim rojek bibim mamosteyê wênekêşiyê."

BÎLAL GULDEM - DÎHA/WAN