Rojnameger Gokçer Tahîncîoglu, derbarê zarokên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin lêkolîn kir û ji weşanxaneya NotaBene pirtûka bi navê “Devlet Dersi” çap kir. Rojnamer Tahîncioglu, çîrokên Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol, Abdullah Yaşa, Mahsun Mizrak û Berkin Elvan, Ahmet Yildiz, zarokên li Roboskê hatin qetilkirin, zarokên li Girtîgeha Pozantiyê ên rastî tundiya dewletê hatin û gelek zarokên din ên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin digire dest. Nivîskar Tahîncioglu, di pirtûkê de diyar dike ku kujerên ku zarokan qetil dikin nayên darizandin û cezakirin û civak ne di ferqa vê yekê ye. Tahîncioglu, di pirtûkê de balê dikişîne ser çîrokên tarî ku zarok bi guhdariya wan mezin dibin û dixwaze ku dewlet bi vê rastiya xwe re bê rûqalî hev. 


Çîrokên Ugur, Ceylan, Abdullah, Berkîn ...

Tahîncîoglu, bal dikişîne ser pêvajoya kuştina zarokan û pêvajoya darizandina zarokan. Pirtûk bi çîroka Ugur Kaymaz ê 12 salî ku di 21’ê Mijdara 2004’an de li Qosera Mêrdînê bi 13 guleyan hat qetilkirin. Piştî çîroka Kaymaz bi çîroka Ceylan Onkol a di 28’ê Îlona 2009’an de li Navçeya Liceya Amedê hat qetilkirin berdewam dike. Dîsa bi çîrok û dozên zarokên bi navê Abdullah Yaşa, Mahsum Mizrak û Berkin Elvan yên bê ceza mane didome. 


‘Kujerên zarokan bêceza dimînin’

Tahincioglu, têkildarî navê pirtûkê ya “Devlet Dersi” diyar kir ku ew behsa dosyayên ku dewlet û peywirdarên cemaweriyê berpirsiyar dikin û wiha got: “Em li ser çanda bê cezabûnê diaxivin. Di dewlet û pergalên serdest de kujerên zarokan bêceza dimîne. Di dozên derbarê zarokan û kuştina zarokan de civak bê deng dimîne. Divê ev bêdengî û bêcezabûn bi riya medya bê şikandin. Divê ev rewatiya van kuştin û bêcazabûnan neyê pejirandin. Divê em li kuştina zarokê derketiye kolanê nenerin. Divê em li derketina zarokê derdikeve kolanê binerin. Ji ber vê yekê helwest û berteka civakê girîng e. Têkoşîna li hemberî çanda bêcezabûnê didome, lê divê civak li hemberî vê yekê bertekên xwe xurttir bike.” 


EVRÎM KEPENEK / DÎHA/STENBOL