Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo malbatên Sûrê ku ji ber qedexeya derketina kuçeyan û pevçûnan neçar mame terka mala xwe bikin, xebatên xizmeta civakî didomîne.

Şaredariyê heta niha xwe gihandiye 4 hezar û 200 malbatî (nêzî 30 hezar kesî) û pêdiviyên wek zexîre, kinc, kelûpelê paqijiyê, nivîn, doşek, betenî, sobe, germker, mamaya zarokan, potê zarokan, pêdiviyên jinan û xwerekê mutbexê da van mexdûran, di heman çarçoveyê de ji bo zarok bi jiyanê bêne girêdan xebatên rehabîlîtekirinê jî dimeşîne.

Midûrtiya Karûbarên Krêş û Zarokan a bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî, 110 zarokên ku ji Sûrê bi neçarî terka mala xwe kirine û li Semta Şehîtlîk a Yenîşehrê bi cih bûne, tevî malbatên wan anîn Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin. Li vê derê şanoya Masîreşkê Biçûk ji wan re hat pêşandan û zarokan demeke xweş derbas kir. 


 AMED