Ji bo zarokên Minbicê Şems El-Emel
Komîteya Jinan ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên Wê baxçeyê zarokan ê bi navê Şems El-Emel vekir.
Komîte baxçeyê zarokan Şems El-Emel (Roja Hêviyê) bi merasîmekê vekir. Di baxçe de zarokên 3 heta 6 salî wê bihewin.
Di baxçeyê de dikarin 102 zarokan bihewin. Her wiha di baxçe de zarok wê werin perwerdekirin.
5 mamosteyên taybet rêveberiya baxçe dikin.
Endamên saziyên civaka sivîl, komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û bi dehan şêniyên bajêr beşdarî merasîma vekirinê bûn. n ANHA/MINBIC