Li navçeya Sinûnê ya Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Meclîsa Gel şahiyek ji bo zarokan li dar xistin.
Li Baxçeyê Zarokan a navçeya Sinûnê ya Şengalê ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Meclîsa Gel ve şahiyek ji bo zarokan hate lidaristin.
Di şahiyê de komên zarokan derketin ser dikê, stran û helbestên xwe pêşkêş kirin. Piştre jî şîranî li zarokan hat belavkirin.
Ji ber şahiyê zarokan kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew kêfxweş in, di dema betlaneya dibistanan de şahiyên wiha tên lidarxistin.
ROJNEWS/ŞENGAL