Koordînatora Wêneyên Galeriya Hunerê ya Şaredariya Amedê Kîbar Suvarî got ku, ji bo piçekî be jî zarok ji trawmaya şer xelas bin, atolyeya wêneyan vekirine. Suvarî diyar kir ku di atolyeyê de zarokên 11-13 salî dê 8 hefteyan di atolyeya wêneyan de cih bigirin. Suvarî bi lêv kir ku zarok di aliyê xêzkirina wêneyan de gelekî serkeftî ne, dixwazin bi vê riyê zarokan bi pêş bixin û wan tevli jiyana civakî bikin.
Afirîneriya zarokan pêş dikeve
Xebata atolyeyê ya li Navenda Çanda Dîcle û Firatê ya Dengbêjan de tê meşandin, beşên wekî lîstikên xwenasînê, çêkirina kolaj û wêneyan, çêkirina camera obscura, ji qutiyên sergoyê çêkirina mercekê, dûrbîna çîçekî, wênekêş, teknîkên kişandina lîstokan, afrîneriya fikir û pêşxistinê, kişandinên xweser, xwendina wêneyan, piştî projeyê dê zarok çi hîs bikin û ji bo pêşxistinê nivîsandina nameyan jî di atolyeyê de cih digirin. Gava atolye biqede jî wê makineya fotografan ji bo zarokan bên diyarî kirin.
AMED