RÊZAN MIHEMED/ROJNEWS / SILÊMANÎ


Şêx Mihemed ê pirtûkfiroş pêşî bi kovara Sîxurme dest bi xwendinê kiriye û ji mijarên kovarê gelekî hez dikir. Di hejmara duyem de jî dest bi firotina wî kir û heta niha ji bo zêdetir bixwîne, pirtûk, rojname û kovaran difiroşe.  

Ehmed Osman 68 salî li Silêmaniyê bi navê Şêx Mihemed navdar e. Şêx Mihemed ji 20 salan zêdetir e ku tevahiya roj û şevên xwe bi pirtûk û rojnameyan ve girêdaye û bi wan emrê xwe derbas dike. Li navenda bajarê Silêmanî, li ber holkeke li qesrekê mijulî firotinê ye.


Sîxurme ket jiyana Şêx Mihemed

Şêx Mihemed wiha qala destpêkirina karê firotina  rojname û kovaran dike: “Dema ku yekem hejmara Sîxurme derket, hevalekî min belav dikir. Min jê xwest ku ez jî hinekî belav bikin û ez pê kêfxweş bûm. Min got, ji bo min gelek kovaran bîne ez ê belav bikim. Cara yekem û duyem min belaş belav kir. Lê ji cara sêyem ve min bi pere belav kir. Min her kovarek bi sê pencayî difirot (pereyê berî dînarê Iraqî bû).”

 

Ez bûm aşiqê wê

Şêx Mihemed wekî din got: “Dema ku min yekem hejmar xwend, yekem hejmara Sîxurme bû ku bi temamî bûm aşiqê wê  kovarê. Piştî ku min xwend, her min li gel xwe girt. Piştre min hemû hejmarên wê yên din jî xwendin.”

Sîxurme ne tenê Şêx Mihemed kiriye evîndarê xwe, di heman demê de kiriye ku ew bibe evîndarê pirtûkxwendinê jî. Wek bi xwe jî dibêje, ji bo ew karibe hemû pirtûkan bixwîne, wî li ber Çayxaneya Şeeb û Pirtûkxaneya Silêmanî dest bi firotina pirtûk, kovar û rojnameyan kir. Ev çar sal in jî li wan qesrên ku şaredariyê ber deriyê wan kirî sera, karê xwe dewam dike.

 

Xwendina rojnameyan kêm bûye

Şêx Mihemed li hember kêmbûna xwendinê nerazîbûn nîşan da û got: “Nêzî ji sedê 80’ê yên xwendevanan kêm kiriye. Salên berê min nêzî du hezar rojname ji dezgehekê dianî û di heman rojê de hemû dihatin firotin. Lê min doh pênc rojname anîn, çar rojname nehatine firotin.”

Şêx Mihemed bal kişand ser kêmbûna xwendevanan û wiha domand: “Sedema kêmbûna xwendevanan, nebûna pereyê gel û bipêşketina teknolojiyê ye. Ew kesên ku tên rojname û kovaran dikirin jî, kesên bi temen û navsere ne.”

 

Bi qasî mûyên serî pirtûk

Girêdayî cûreyên pirtûkan ên ku ew bixwe zêde dixwîne jî, Şêx Mihemed got, “Ez her cûre pirtûkan dixwînin. Ji ber ku ez pirtûkan difiroşim û hemû cûre pirtûk li ber destê min in. Qet nebe carekê di ber çavan re derbas dikim. Ez dikarim bibêjim ku heta niha, min bi qasî mûyên serê xwe pirtûk xwendine.”

Kovara Sîxurme, kovareke siyasî, civakî, rêveberiya karîkatorî û rexnegirî ye. Hejmara wê ya destpêkê Sibata 1996’an derçû û ji Sibata îsal ve jî li ser malpera http://www.sekhurma.com/ dest bi kar kiriye.