Di 1'ê Taxaba sala 2015'an de balafirên şer ên Tirk gundê Zergelê yê Binarê Qendîlê bombebaran kir û di encamê de, 8 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da û herî kêm 15 kes jî birîndar bûn. Herwiha gelek malên gundiyan jî xirab bûn. Endamê Komîsyona Mafê Mirovan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê Bêstûn Fayiq di 1. salvegera komkujiyê de, got, di 1'ê Tebaxê de rojek reş bi ser welatiyên gundê Zergelê de hat.
Bêstûn Fayiq wiha peyivî: "Bûyera Zergelê ji bo gelê Kurd û niştecihên gundê Zergelê rojek reş bû. Di wê demê de ku balafirên Tirk gundên Binarê Qendîlê bombebaran dikir, me komîsyonek ava kir û serdana wan gundan kir. Ji bo raya giştî me rapora komîsyonê belav kir."
Bêstûn Fayiq bal kişand ser bipaşvexistina parlamentoya Herêma Kurdistanê û got; "Lê eger hate aktîvkirin, weke komîsyona Mafê Mirovan dikarin dosya Zergelê bi rêya parlamentoyê pêk bînin û bidin dadgehê ji bo tezmînkirina zirarên madî û manewî ya welatiyan."
Endamê Komîsyona Mafê Mirovan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê Bêstûn Fayiq herî dawî got; "Divê bi rêya dadgehê dosya bê şopandin. Ji ber ku Tirkiye di aliyê yasayî de, qet nikare destdirêjiyê bike li ser welatekî cîran. Lê weke me dîtî di 1'ê Tebaxê de ku ez bi xwe şahidê piştî bûyerê me, 8 kes şehîd bûn û xaniyên çend welatiyan rûxiyan. Herwiha ziyaneke zêde li mal û milkê welatiyan bû."
POLA PIŞDERÎ / ROJNEWS/ SILÊMANÎ