
KURDÎ-DER'ê li navçeya Mêrdîn Qoserê jî ji bo perwerdeya zimanê dayikê 50 hezar îmze kom bike, kampanya da destpêkirin.
Di vê çarçoveyê de li Qada Azadiyê dezgeha berhevkirina îmzeyan hat danîn. Heta niha li dezgehê 2 heza îmze hatine berhevkirin. Rayedaran dan xuyakirin ku berhevkirina îmzeyan dê heta roja Sêşemê dewam bike. Serokê KURDÎ-DER Şaxê Qoserê Halîl Kûzû li dezgeha îmzeyan daxuyanî da û diyar kir ku ew dixwazin 50 hezar îmzeyan berhev bikin. Kûzû destnîşan kir ku ewê îmzeyên berhev kirine pêşkêşî Wezareta Perwerdeya Milî bikin.Li navçeya Farqînê ya Amedê stanta ku ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî ji îmzeyan re hat vekirin ji aliyê polîsan ve hat rakirin. Nûnertiya Egîtîm Senê li Navçeya Farqîna Amedê bi boneya daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî bi hevkariya BDP û KURDI-DER'a Farqînê duh li Kolana Gazi stanta îmzeyan vekir. Stanta ku li ber mala Mamosteyan hat vekirin ji aliyê polîsan ve bi hinceta "destûr nehatiye girtin" hat rakirin. Nûnerên Egîtîm Senê bertek nîşanî helwesta polîsan da û diyar kir ku dê destûrê bixwazin û dîsa li heman qadê û.
NAVENDA NÛÇEYAN
Ziman kesayetî ye
Dr. Handan Çaglayan got ku zimanê dayikê parçeyek ji kesayeta mirov ê nayê qutkirin e, ji bo kesayet neyê parçekirin zimanê dayikê pir girîng e .
Bi daxwaza "Perwerdeya bi zimanê dayikê" re ku li gelek bajar û navçeyan çalakî tên lidarxistin, rayedarên hikûmeta AKP'ê jî daxuyaniyên ku di vê mijarê de tu tiştek çênebe dan.
Dr. Handan Çaglayan got ku zimanê dayikê parçeyek ji kesayeta mirov ê nayê qutkirin e, ji bo kesayet neyê parçekirin zimanê dayikê pir girîng e û wiha got, "Ziman heta pêvajoya perwerdeyê zimanekî ber bi çav e. Dema zarok bi zimanekî ku nizane dest bi perwerdeyê dike pêşketina wî ya fikrî rastî astengiyan tê.” Sekretera Perwerdeya Navendî ya Egîtîm Sen Betul Korkut jî anî ziman ku ji bo pêşketina ruhî û civakî ya zarokan zimanê dayikê nebe nabe.
Yek ji pisporên berê yên Egîtîm Sen Dr. Handan Çaglayan, diyar kir ku di pêşketina kesayeta mirov de, di pêşketina ruhî û fikrê de zimanê dayikê pir girîng e. Çaglayan bi gotina zimanê dayikê parçeyek ji kesayeta mirov a nayê qutkirin e, û wiha got: "Mirov di nav wî zimanî de pêş dikeve û nas dike. Pêkhateya ziman û kesayet bi hev re çê dibe. Ya xwezayî jî ev e. Ji bo kesayet parçe nebe û qutbûn di nav de pêk neyê bi kîjan zimanî dest bi jiyanê kiribe bi vî zimanî jî xwendin mecbûriyeta herî xwezayî ye. Zarokek dema ji zimanê xwe derbasî zimanekî din dibe êdî zimanê xwe bêqîmet dibîne. An jî pê didin hîskirin.”
Sekretera Navenda Perwerdeyê ya Egîtîm Senê Betul Korkut jî diyar kir ku ji bo pêşketina zarok hem di aliyê zîhnî û hem jî di aliyê civakî de zimanê dayikê yek ji tiştên ku nebe nabe ye. Korkut her wiha got ku mijara mafê perwerdeya bi zimanê dayikê şaş e ku di çarçoveya ewlekariyê de tê nîqaşkirin û wiha got: "Perwerdeya bi zimanê dayikê me parçe nake. Hîn zêdetir wê me bîne gel hev. Li hemberî daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê, nêzîkatiya dersa vebijêrkî nayê qebûlkirin."
DÎHA/ENQERE