Li Rojavayê Kurdistanê ´Meşa Îne´ vê heftê jî bi tevlîbûna bi deh hezaran kesan hate lidarxistin. Di Meşên Înê yên vê heftê de daxwaza gelê Kurd zimanê dayîkê û perwerdehiya bi zimanê Kurdî bû. Bi deh hezaran kesên li bajarên Qamişlo, Amudê, Serêkaniyê, Dêrikê, Dirbêsiyê, Tirbespiyê, Kobanê bi diruşmeya "Kurdî zimanê me yê fermî ye" de daketin kolanan. Girseyê  bi yek dengî peyam da ku "Bê ziman jiyan nabe" û xwestin ku hemû kes zarokên xwe bişînin dibistanên kurdî. 


Li Qamişlo meşa girseyî
Yek ji meşên herî bi girseyî li bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Meş li ber Mizgefta Qasimo bi deqeyek rêzgirtinê û xwendina sirûda "Ey Reqîp" dest pê kir. Meş aliyê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ve hate lidarxistin û rêveberên PYD, meclîsên taxan û saziyên civakî jî beşdar bûn. Di meşê de pankartên weke, "Ziman beden e bedena xwe biparêz e", "Pêşxistina zimanê kurdî serkeftina xweseriya demokratîk e", "Ziman hebûna me ye" hatin hilgirtin.

Ji her temenî tevlîbûn
Di meşê de zarok, jin, ciwan û pîr ji hemû beşên civakê beşdarbûn pêk hat. Di meşê de mamoste di refên pêş de cihê xwe girtin. Şagirtên zimanê kurdî yên tevlî meşê bûn bi nivîsên ku li ser dowîzan amade kiribûn, daxwazên xwe yên ji bo zimanê dayîkê anîn ziman.
Beşdarên meşê ji kolanên  Amudê û Hîzamê yên bajêr re derbas bûn û piştî meşê li kolana Munîr Hebîp daxuyaniyekê çapameniyê dan. Li ser navê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Medya Mihemed axivî û diyar kir ku ziman hebûn û rûmeta gelan e. Mihemed, destnîşan kir ku heta niha li ser ziman û çanda gelê Kurd zext û pêkanînên gelekî zêde hebûn, dijminên wan nehiştine ku bi zimanê xwe bi axivin û binivîsin, lewre divê hemû kes li zimanê xwe xwedî derkeve. Mihemed, bang li her kesî kir ku tevlî perwerdeyên zimanê kurdî bibin û zarokên xwe bişînin dibistanên kurdî.
Piştî axaftinê çalakî bidawî bû.

 ANF/QAMIŞLO