Çalakgeran bang li gel kirin ku bi çalakiyên bi hêz xwedî li çalakiyên grevên birçîbûnê derbikevin.
Greva birçîbûnê ya li Strasbourgê di roja 49. de ye û her ku diçe rewşa çalakgeran giran dibe. 15 çalakgerên ku xwe weke “Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî” bi nav dikin daxuyanî dan û ji bo hewldanan bang kirin. Di daxuyaniyê de çalakgeran bal kişandin ser armancên çalakiyê weha hat gotin; “Me ji bo azadiya Rêber Apo ê ku rûmeta mirovahî û gelê kurd e ev çalakî dabû destpêkirin. Me ji xwe re ev yek kiriye vîn û ramaneke rewa. Ev sekna me sekna pêkanîna ewlehiya Rêber Apo û agahîgirtina wî ye.”
Divê CPT berpirsyariya xwe bi cîh bîne
Çalakgerên greva birçîbûnê dan zanîn ku ev pêvajoya ku wan daye destpêkirin, mirov dikare weke pêngaveke ku saziyên Konseya Ewropayê û navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cîh bînin jî bi nav bike. Çalakgeran diyarkirin ku divê Konseya Ewropayê li gorî berjewendiyê aborî tevnegere, li ku derê bê hêqûqiyek hebe, divê li wir bikeve nav hewldanan. CPT saziyeke serbixwe ya li jorî dewletan û netewan e.”
Di daxuyaniyê de weha hat gotin: “Divê CPT jî berpirsyariya xwe bi cîh bîne. Berpirsyariya wê jî li dijî îşekenceyê heye, li girtîgehan û li hemberî îşenceyê têkoşîna xwe dimeşîne. Em wezîfe û berpirsyariya van saziyan destnîşan dikin. Em diyar dikin ku li Tirkiye mafê mirovan bi temamî tê binpêkirin, hemû hewldan û daxwazên demokrasî û azadiyê bi dijwarî tên astengkirin, li hemberî kurdan qirkirina siyasî û eskerî pêk tê. Ya herî girîng jî, ev 8 mehin ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tu agahî nayê girtin. Der barê tenduristiya wî de tu agahiyên me tune ye. Divê di demek kurt de, heyetek ji bo Ocalan biçe Îmraliyê û lêkolînan bike.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ji vî mafî rewatir tu tişt tune û weha hat gotin: “Divê hûn li hemberi rêberê gelekî bi rûmetî tevbigirin û heke hûn bixwazin ev xwîn were rawestandin, divê Ocalan bê azadkirin.”
Ji bo gel banga xwedîderketinê
Çalakvanan destnîşan kirin ku ev daxwazên wan li gorî mafên mirovan, maf û qanûnên navneteweyî ne û di dawiyê de weha gotin: “Em bi kurtasî mafê xwe yê însanî, azadiya Rêberê Gelê Kurd û statuya xwe dixwazin. Me ji bo vê çalakiya greva birçîbûnê daye destpêkirin. Di vê asta krîtîk ya çalakiyê de êdî lazim e gelê me bi çalakiyên bi encam û bi hêz xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derbikevin.”
ANF/STRASBOURG