
Zarokên Kobanê yên ku bûn şahidên berxwexana dîrokî bi hest û dilên xwe yên pak ew roj xêz kirin.
Her kes bi rengekî dibîne, dinihêre, lê ew jî bi hestên xwe yên zarokatiyê dinihêrin. Belkî jî pêwîstî pê heye ku her tişt carekê jî bi çavên wan bên dîtin.
Ji şervan, fermandar heta siyasetmedaran, ji zarok, ciwan û jin heta pîr û kalan, her kesê li Kobanê, şahidiya êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê û berxwedana destanî ya li dijî vê hovîtiye kir. Her kes şahidiya xwe vedibêje, lê ya herî balkêş şahidiya zarokan e.
Ew roj xêz kirin
Zarokên Kobanê yên ku şahidiya hovîtiya çeteyan, berxwedana şervanan, bûyerên koçberî û kêliyên rizgarkirinê kiriye, bi hestên xwe yên pak ew roj xêz kirin.
Yekîtiya Mamosteyan a Kantona Kobanê di 31’ê Kanûna 2016’an de, pêşangeheke resmên zarokan vekir. Di pêşangehê de ji 19 dibistanên kantonê, berhemên 100 zarokî ku wan bixwe xêz kiriye, hene. Pirraniya tabloyan wêrankirin, koçberî, kuştin û berxwedanê vedibêjin.
Kêliyên koçberiyê
Di pêşangehê de, tabloyeke ku pêla koçberiyê û kombûna bi hezaran kesan li ser sînor nîşan dide, balê dikişîne ser xwe. Resim ji aliyê zaroka bi nave Diyala Mehmûd ya 13 salî ve hatiye xêzkirin. Diyala li ser agahiyên ku wê ji koçberan girtine, tablo xêz kiriye. Diyala dibêje: “Bi hezaran kes ji ber êrîşên çeteyan ber bi deriyê sînor ve direvin bêyî ku li pey xwe binihêrin. Lê warê wan her di bîra wan de maye.”
Deryaya fetisandinê
Tabloyeke din trajediya penaberiya ber bi Ewrûpayê ve û xeniqîna di deryayan de vedibêje. Bi hezaran malbatan berê xwe dabû Ewrûpayê û bi sedan kes di avê de xeniqîn, lê ya herî zêde bal kişandiye, wêneyê zarokê bi navê Alan Kurdî ye ku di Deryaya Sipî de xeniqîbû û pêla avê ew avêtibû qeraxê.
Zaroka bi navê Narîn Ebdulqadir ku refa 6’an a Dibistana Şehîd Perwîn dixwîne jî, ev bûyer kiriye çavkaniya tabloya xwe. Narîna biçûk, di resma xwe de bûyerên hewara welatiyên di deryayan de dixeniqin û termên hin kesan jî bi ser avê ketine, xêz kiriye.
‘Dibistana min şewitandin‘
Çeteyan 25’ê Hezîrana 2015’an careke din êrîşî Kobanê kiribûn û 250 sivîl ku zarok, jin, ciwan, pîr jî di nav de bûn, qetil kiribûn. Her wiha dibistan şewitandin. Zarokê bi navê Îbrahîm Derwîş ku şahidiya komkujiyê kiriye, di wê rojê de li gel malbata xwe di malê de xwe veşartibû.
Piştî ku du roj di ser komkujiyê derbas dibin, Îbrahîm derdikeve û dibistana xwe ya şewitî dibîne û ev gelek tesîrê lê dike. Lewma wî jî şewitandina dibistanê kiriye mijara resma xwe.
Ibrahîm resma xwe bi rengê reş çêkiriye. Li ser pirsa “Te çima dibistan reş kiriye?” wiha bersivê dide, “Dibistana min, refa ku ez tê de perwerde dibûm, şewitandin; rengê reş dûmana ku bi ser ketiye, nîşan dide. Min xwest bi vê resmê bidim nîşan ku min ji dibistana xwe hez dikir.”
Di resman de çîrokên berxwedanê
Ehmed Mistefa jî li dibistana Şehîd Osman refa 7´an dixwîne. Resma wî berxwedana YPG’ê vedibêje. Di resmê de şervanên YPG‘ê li ser avahiyan bersiva tank û topên çeteyan didin. Li aliyekî termên çeteyan li erdê komkirî û li jora tabloyê jî nivîsa, “Zulmê li kesekî neke, tuyê di bin pêlava mezlûman de têk biçî” hatiye nivîsandin.
SÎPAN SILO / ANHA / KOBANÊ