Du birayên bi navê Mehmûd Hemanda  (27) û Ehmed Hemdan (23) ên ji bajarê Minbicê, 4 meh berê ji aliyê komên çete yên girêdayî dewlet Tirk ve hatibûn xapandin û tevlî koma çete ya bi navê Feylaq El-Şam a girêdayî dewleta Tirk bibûn. Herdû bira ji nav çeteyan reviyan û piştî ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatin kontrolkirin, êdî dikaribûn derabsî Minbicê bibin.

Ji ber DAIŞ’ê reviyan

Herdû bira Mehmûd û Ehmed di cotmeha sala 2013ʹan de dema çeteyên DAIŞʹê Minbicê dagir kirin koçî Tirkiyeyê kirin. Li Stenbolê di gelek febrîqayan de kar kirin û heta 12ʹê tebaxa 2016ʹan dema Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bajarê Minbic ji çeteyan rizgarkirin ew li Tirkiyê bûn. Dema Minbic ji DAIŞʹê rizgar dibe, herdû bira biryarê didin. Lê di rêya vegerê de dikevin xefika çeteyên Tirk û beşdarî koma bi navê Feylaq El-Şam bûn.

Mehmûd û Ehmed Hemdan pevre di dagirkirina gundên Cib El-Berazî, Til Zerzûr, El-Muxrî, Tuqlî û bajaroka Qebasîn de cih girtin. 

Dema di qadên dagirkeriyê de cih digirin bi çavên xwe hin tiştan dibînin û li ser mijarê ev tişt anî ziman: ʺMe dît mijar tevahî firotin e. DAIŞ û Tirkiye van herêman difiroşin hev. Em têgihiştin ku em ji bo planek dagirkeriyê tên şixulandin.ʺ

ʹGelek ciwan ji çeteyan qut dibinʹ

Fermandarê Gîştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced têkildarî mijara veqetandina ciwanan ji çeteyên got rojane yek an du endamên çeteyan ku Dêra Zorê, Reqqa, Cerablus û Babê direvin û xwe dispêrin hêzên wan.