Mal-Muzeya Fêrîkê Ûsiv a li gundê wî Sîpanê, li mala wî bi destê xwe çêkirî hatiye vekirin. Serkarê gund Fêrizê Cemal ku gund, muze û Fêrîk bi mêvanan dide nasîn, xemeke xwe ileh dide der: Dema ew sax bû, wan bi qedr û qîmeta Fêrîk baş nizanîbû.
Fêrîkê Ûsiv yek ji wan helbestvanê mezin ê Kûrdan e. Heta ku wefat kir jî, ew netebitî û her xebitî ji bo wêjeyê û nexaism wêjeza Kurdî. Niha li Ermenistanê li herêma Elegezê, li gûndê Sîpanê mal-muzeya Fêrîkê Ûsiv heye û tevahiya berhemên wî, tevî wêne û tiştên wî yên şexsî û malbatî li wir tên pêşandan. Gûndiyên Fêrîk, hê jî wî bi dilsozî bi bîr tînin û wî wek serfiraziya gûndê xwe bi nav dikin. Îro mala ku Fêrîk li gund bi destê xwe çêkirî mal-muzeyeke bi navê wê ye.
Jixwe, Fêrîk jî dilsozekî Çiyayên Elegezê û gûndê Sîpanê bû; wê ew bi helbestên xwe şa kiribûn, erdnîgara vê devera Kurd a Hayastanê bi hûnandina hevokên wî dewlemend dibû:
“Mêrg û geliyên Elegezê girtin dûman, Niza’m ji çi re gelo bihar bû zivistan.”
Pampa Kurdan û Fêrîk
Bi van du gotinan û bi sedan helbestan, hestên xwe û tevahiya Kûrdên Ermenistanê dianî ziman. Hesreta welêt û jiyana erdnîgara li ser dijî, bi helbestên xwe vedigot. Helbestvanê nemir Fêrîkê Ûsiv helbestvanê ji axa bav û pîran dûrketî, li warê xwe yê nû yê li quntarên Çiyayê Elegezê koça dawî kiriye. Fêrîk, helbestvan û wergêrê mezin ê Kurdên Kafkasyayê bû. Di Çiriiya Paşîn a 1934’an de, li gundê Sîpanê yê Êrîvanê ji dayik bû; kurê maleke Êzîdî bû. Gûndê Sîpanê ku berê jê re dihat gotin Pampa Kurdan, yek ji wan gundên li herêma Elegezê avakirî ye. Tê gotin, li wê herêmê yekem gûndê Kurdên ji Serheda Jorîn lê bi cih bûne, gundê Sîpanê ye. Pêşiyên Fêrîkê Ûsiv ji bajarê Qersê, ji gundê Yemençayîrê, derbasî aliyê Ûris (Rûsyayê) bûne. Wî, dibistana seretayî li gundê Sîpanê, di sala 1951’ê de kuta kir. Zarokatiya wî, di ber xwendinê de, li derdora Çiyayê Elegezê li mêrg û zozanên wê herêmê derbas bû. Ev yek wî ji hela xwezayê û hestên xwezayî ve gelekî bi pêş diêxe.
Wergêrekî hoste bû
Piştî dibistanên seretayî û navîn, Fêrîk, 1955´an li Înstîtuya Pedagojiyê ya Xaçatûr Abovyan dest bi xwendina xwe ya bilind a di Para Dîrok û Fîlolojiyê de dike. Di heman salê de ku Rojnameya Rêya Teze dest bi weşana xwe ya dûvdirêj dike, Fêrîk ji rojnameyê re helbestên xwe dişîne û ew di rojnameyê de têne weşandin. Fêrîk piştî ku înstîtuyê xelas dike, di Radyoya Êrîvanê de wekî serokê Beşa Wêjeyê dest bi xebatê dike.
Di sala 1963’yan de bi alîkariya xezûrê xwe, zimanzanê navdar Heciyê Cindî, beşdarî pêşbirka wergerê ya bo berhemên Sayat-Nova dibe û bi wergera xwe ya Kurmancî xelata sêyemîniyê werdigire.
Bi xêr û bêr bû
Pîrtûka wî ya pêşîn bî navê Çavkanî, 1961’ê tê çapkirin. Paşê sala 1964’an pirtûka bi navê Gula Elegezê çap dibe. Sala 1967’an, berhevoka helbestkar a sisiyan bi navê Lîrîka çap dibe. Sê salan paşê, ew li gundê xwe dest bi mamostetiyê dike. Sala 1971’ê destana wî Xewna Mîrmih, li Moskovê dî nava pirtûka Hîkayet Der Heqê Bar Mûraz de, bi Rûsî hate weşandin. Sala 1974’an ew bû endamê Yekîtiya Nivîskaran. Destana wî ya bi navê Ûsivê Neviya 1973’yan hate weşandin. Pirtûka wî ya bi navê Narê sala 1977’an çap bû. Du destanên wî yên din, Rihana Reso û Hesretdefter 1984’an di berhevoka helbestkar û nivîskarên Kurdên Sovyetê, Bahara Tezeyê de hatin weşandin.
Ji van berheman hinek helbestên Fêrîkê Ûsiv ji aliyê hunermendên Kurd ve hatine bestekirin û weşandin.
Heyranê Pûşkîn bû
Fêrîk her wiha berhemên Asedîk Îsahakyan, Lermontov, û Shakespeare wergerandîn kurdî. Wî wekî din ji Byron, Goethe, Pûşkîn, Yasenîn û Hovannes Tûmanyan hin berhem wergerandin Kurdî.
Wî Pûşkîn û Yesenîn wek helbestvanên hoste ji xwe re didîtin û sala 1987’an ji bo ku bajarên Pûşkîn lê mayî bibîne, li 12 bajarên welatê Ûris digere.
Fêrîkê Ûsiv 3’yê Gulana 1997’an, di 63 saliya xwe de, li Êrîvana paytexta Hayastanê zanî Ermenistanê, li herêma Elegezê koça dawî dike. Li ser daxwaza wî, li gundê Sîpanê, li pala girê Dibûrî li axê hat spartin. Ew li dûv xwe welatekî bi hesret û helbestên hûnandina vê hesreta sedên salan hiştin.
Mal-Muzeya Fêrîkê Ûsiv
Niha li gundê lê ji dayik bûyî û lê hat veşartin, mal-muzeyeke Fêrîkê Ûsiv hatiye avakirin. Ev mala ku wek muze hatiye sazkirin jî ji hêla Fêrîk ve hatiye çêkirin. Ji dîwarê lêkirî heta dorgritina li baxçeyê wî, Fêrîk bi destê xwe ev xanî avakiriye.
Mal-muzeya Fêrîk, piştî mirina wî ji hêla keça wî Zerê ve tê sazkirin û tevahiya pirtûkên wî lê têne bicîhkirin. Her wiha dîwarên muzeyê jî bi wênayan tê xemilandin.
Serkarê gundê Sîpanê, Fêrizê Cemal, dema behsa Fêrîk dibe, her diponije. Dibêje, dema ew sax bû, wan bi qedr û qîmeta wî baş nizanîbû.
Fêrizê Cemal, her wiha behsa jiyana Fêrîk û xebatên wî dike û welatparêziya wî bi îhtîmam îfade dike.
Serkarê gund, apê Fêriz jî bi hesreta sedê salan a welatê xwe ye, ji ber wê jî helbestên Fêrîkê Ûsiv jê re dêrana kul û kederê ye.
Heger berê wê bikeve gundê Sîpanê, Fêrizê Cemal hazir e, behsa avakirina mal-muzeya Fêrîkê Ûsiv bike, û wêneyên bi dîwar ve daliqandî yek bi yek bide nasîn. Ew ê di navê de çend helbestên Fêrîk jî ji we re bibêje.
MA/ELEGEZ