
Komîteya Weşanê ya Çira TV têkildarî xabatên tên meşandin de agahî dan. Komîteyê diyar kir ku wek hemû televizyonên Kurdî, Çira TV jî, bi hêza di serî de ji Êzîdiyan, ji tevahiya gelê Kurd distîne û misyoneke giran hildaye ser milê xwe. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ji bo ku em bikaribin weşana televizyona Çira TV bi qalîteyeke herî baş û li gor pêwîstiyên Êzîdiyan yên civakî, olî, çandî û hwd. pêk bînin, me dest bi kampanyaya nivîsandina endamên "Komela Çira-TV e.v." kiriye. Bi heman mebestê, em li deverên Êzîdî bi girseyî lê dijîn, pîrozbahiyan lidardixin. Pîrozbahiya yekemîn wê di 18'ê Mijdarê saet di 13:00'an de, di Hola Dawetê ya Guneşê Huttenstrasse 21, 46419 Isselburg de, ya dûyemîn jî wê di 22'ê Mijdarê saet di 13:00an de, di hola dawetê "Saal 2000", Domanenweg 16, 31582 Nienburgê de were lidarxistin. Dem û cihên pîrozbahiyên dinê wê di pey re werine eşkerekirin."
Hat hînbûn ku di şeva piştgiriyê de hunermend û komên mûzîkê ên mîna Simar, Hozan Canê, Hozan Kewê, Koma Rizgar, Amele, Hozan Xemdar, Koma Ezda, Weysî Emer, Îsmet, Silo Can beşdar dibin. Her wiha Parlamentera BDPê ya Qersê Mülkiya Birtena jî beşdarî şahiyê dibe.
Komiteyê da zanîn ku ji bo ew bi Çira-TV tariya sedên salan bidine ronîkirin, giyana şehîdên 73 fermanan bidine jiyandin, dîroka hatiye hindakirin, bidine dîtin, zimanê hatiye lalkirin bidine gerandin, guhên hatine kerrkirin bidine bihîstin, zilm û neheqiyên li Êzîdiyan têne kirin bidine teşhîrkirin, leyîstikên dijminatiyên xistine nav olên Kurdistanê vala derxin, we û hemû sazî û kesayetiyên Kurd vexwendî piştgirî û alîkariyê û herwiha pîrozbahiyên tên lidarxistin dikin.
Komîteyê hevî kir ku hemû Kurdistanî jî, bi beşdarî û piştgiriya xwe şewqa Çiraya Êzîdaxê ronîtir bikin.
EMERICH