Weşanxaneya Wardozê ku bi çapkirina xebatên folklorîk tê nasîn, 2 pirtûkên din ên folklorîk li folklora kurdî zêde kirin.
Pirtûka “Çîrokehelbestên Gelêrî” ji 112 rûpelan pêk tê û tê de 3 çîrokên gelêrî yên bi navê Şengê û Pengê, Mêhrû û Bilbil, Mişk û Pişk hene. Nivîskar çîrokên Şengê û Pengê û Mêhrû û Bilbil di zarokatiya xwe de di hişê xwe de xwedî kirine û nivîsandine. Lê çîroka Mişk û Pisîk jî ji farisî wergerandiye Kurdî.
Pirtûka “Baqek ji Folklora Beriya Mêrdînê” jî 144 rûpel e. Nivîskar di pirtûkê de cih daye 51 pêkenok, 37 çîrokên gelêrî, 4 serpêhatî û 7 fablan. Nivîskar rasterast derneketiye berhevkariyê. Pêkenok, çîrokên gelêrî, serpêhatî û fablên ku ji zarokatiya xwe heta niha li civata ku çiyê, cihê ku hatiyê qalkirin hemû di hişê xwe xwedî kiriye û nivîsandiye. n MA/AMED