“Erkê li ser milê me ye dema pêwîst bû em li hewara her ferdekî kurd li her parçeyekî Kurdistanê biçin. Ez bi rêya hunera xwe xizmetê bigihînim û ji bo wê armancê jî îro li Hewlêra başûrê Kurdistanê konserekê saz dikim.”
Ciwan Haco destnîşan kir ku her kurdê xweas divê ku alîkariya gelê Rojava bike û ew jî bi hunera xwe dê her tim alîkartiyê bike. Haco wiha axivî: “Armanca vê konserê piştgiriya ji bo rojavayê Kurdistanê ye. Biryare hemû pereyê di encama wê konserê de bê komkirin, ji bo penaberên ji ber şert û mercên jiyanê di qonaxa şoreşa gelên Sûriyê de ji gund û bajarên rojavayê Kurdistanê hatine Herêma Kurdistanê niştecihbûne bê veqetandin.”
Di vê mijarê de amadekarê konsera xêrxwaziya hunermend Ciwan Haco, Îsa Mêrgesorî jî der barê konsera Haco de ve tişt anîn ziman: “Me biryar daye bi rêya firotina bilêt û danîna sindoqekî arîkariyê, berpirs û kesên hatine vexwendin qezencekî guncaw kom bikin. Vê yekê jî li ser kurdên rojavayê Kurdistanê yên li kampên Herêma Kurdistanê niştecihbûne parve bikin.”
Konser îro saet 20.00’an li salona Seîd Ebdullah bi serpereştiya Kompaniya Korek Telecom konserek ji bo hunermend Ciwan Haco ji bo proseya xêrxwaziya bo kurdên rojavayê Kurdistanê tê sazkirin.
HEWLÊR