Seroka Konseya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Cihan Xidro êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û got, “Hemû jinên cihanê divê berevaniyê li pergala demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin’‘.
BÊRÎTAN SARYA / ANF/QAMIŞLO
Seroka Konseya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Cihan Xidro bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê û Girê Spî û got, ew ê berxwedana xwe ya li dijî dewleta Tirk bidomînin.
Cihan Xidro got, di salvegera 4’an a 1’ê Mijdarê Roja Cihanê ya Kobanê dê tehlûkeyeke ji DAIŞ‘ê mezintir li ber jinên Sûriyê ye û wiha axivî: “Dewleta Tirk berê, berê çeteyên xwe da ser me. Lê niha ew bi xwe êrişê tîne ser bajarê rûmetê, Kobanê. Ji ber ku her çendî 7 salan jin kuştin û kirin kole jî, bi pêşengiya jinên Kurd li Sûriyê jinan gaveke mezin da ber xwe.”
Şoreşa Rojava jin şiyar kirin
Xidro îşaret bi bipêşketina jinên li Bakurê Sûriyeyê kir û got; “Ji 2011’an ve li Sûriyê bi şerê navxweyî me êş kişand, bi Şoreşa Rojava re em jin hay ji hêza xwe çêbûn. Mînak ez 2013’an piştî ku ji Şehbayê derbasî Efrînê bûm, min xwe tevlî nav xebatên civakî û jinan kir.
Me jinan, xwe beşdarî nav xebatên rêveberiya demokratîk kir. Li Kobanê bi berxwedana YPG-YPJ’ê hevkarê Erdogan, DAIŞ´ê şikestina xwe ya pêşî xwar. Ev pirr girîng bû. Cara pêşî bû ku jinên Rojava li dijî mêrên herî kirêt bê sekn û rawest têkoşiyan û DAIŞ´ê derba pêşî û giran ji wan xwar. Îro li qadên azad ên Bakurê Sûriyê jin rêxistinkirî ne, hemû xebatan bi nasnameya xwe dikin. Bi pergala hevseroktiyê û kotaya jinan li dijî bandora pergala zilamserwer mafê jinan diparêzin.“
Êrişa li dijî hêviya azadiyê ya jinan e
Cîhan Xidro bal kişande ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê û got, “Îro dewleta Tirk hem Kobanê û hem jî qadên azad ên Bakurê Sûriyê dike hedefa xwe. Me jinên Bakurê Sûriyê dît ku çeteyên navê artêşa azad hil didin, DAIŞ û dewleta Tirk çendî dijminê jinan û civakê ne û me li serboriya hev jî guhdarî kir. Em bi ti awayî çeteyan û dewleta Tirk naxwazin û êrişên wan qebûl nakin. Em Ereb, Kurd, Tirkmen û hemû gelên din li ser xaka xwe, em dixwazin bi azadî bijîn. Êrişa li dijî Kobanê û li dijî qadên azad ên Bakurê Sûriyê êrişa li dijî mirovahiyê, û hêviya azadî û demokrasiyê ya jinan e.”
Bibin dengê me
Seroka Konseya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Cîhan Xidro herî dawî got, “Ez li vir dixwazim bang li jinên hemû cihanê bikim. Bibin dengê me. Li Rojava û qadên azad ên Bakurê Sûriyê jinan li gel êşa mezin jî pergala xwe ava kir. Pergala me ya demokratîk, beşdarker, ku hemû gel û jin dikarin bi azadî xwe lê vebêjin, pergala jinê ye. Hemû jinên cihanê li devera ku lê ne, divê berevaniyê li pergala demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Ji ber ku ev pergala jinê ye. Ên ku derfetên wan hene, dikarin werin li cih pergalê bibînin û yên ku derfetên wan nînin jî li cihê ku lê ne divê tiştinan bikin. Ên ku êrişê tînin ser jinên Bakurê Sûriyê û Rojava êrişê tînin ser hemû jinan. Li Idlibê ku zexteke giran a çeteyan li ser jinan heye, cihana ku dide pey Erdoganê paşmêrê çeteyan, dibêje ‘Li Idlibê sivîl hene’ destûrê didine haziriyên komkujî û qirrqirina jinan bi destê Erdogan. Divê jinên cihanê bersivekê bidine vê. Ji bo dahatuya xwe jî divê zorê bikin ku dewletên wan dev ji van polîtîkayên durû biqerin.”