14 sivîl mirin
Li gelek tax û deverên bajarê Helebê şer û pevçûn ji aliyekî ve û êrîşên balefirên rêjîmê ji aliyekî din ve berdewam in. Herî dawî balafirên rêjîmê taxên yên bi ser taxa Şêxmeqsûd ya bajarê Helebê bi bermîlên teqemenî û rokêtan êrîş kirin. Gelek bajarok û gundên li rojhilatê Helebê jî hatin topbarankirin. Di encamê de herî kêm 4 welatiyên sivîl mirin û gelek jî birîndar bûn.Çekdarên opozîsyonê jî bi topên hawanê taxên di bin kontrola hêzên rêjîmê de ne, topbaran kirin û 10 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîn darbûn.
Hemleya El-Ekrad
Li derdora bajarokê Soran, Exterîn, Ezaz û gundê Erşaf ên li bakurê Helebê di çarçoveya Hemleya Eniya El-Ekrad di bin navê “dilsoziya bi şehîdên bajaroka Exterînê re” di navbera Tugaya Eniya El-Ekrad li rex hin tabûrên opozîsyonê û çeteyên DAİŞ‘ê de şer rû dan. Derbarê van pevçûnan de tu agahiyên zelal nehatin bi dest xistin. Li gundê Tirkman Barih ê nêzî bajaroka Exterînê ye ku dibin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de ye, tirimpêleke bombebarkirî hate teqandin û 7 çete hatin kuştin.
ANHA/HELEB