Ehmed Îbrahîm El-Hesen ciwanê 17 salî ji parêzgeha Reqqa ya Sûriyeyê berê xwe da sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê. Wî xwest ji aliyê rojavayê bajarê Girê Spî sînor derbas bike, lê dema ku derbas dibû ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve hate gulebarankirin. El-Hesen bi çend guleyên di zikê xwe de xwar yekser jiyana xwe jidest da.

Apê mexdûr ê bi navê Ehmed El-Hesen got ku kurê birayê wî ji ber xerabiyên çeteyên DAIŞ’ê ji Reqqayê berê xwe da Tirkiyeyê, lê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hate kuştin. Apê mexdûr anî ziman ziman ku Tirkiye û DAIŞ’ê xwedî heman hişmendî ne.

Artêşa Tirkiyeyê di 28’ê Hezîrana 2016’an de li ser sînorê gundê Heşîşê komkujiyek pêk anî. Leşkerên Tirkiyeyê di vê rojê de 11 welatiyên sivîl qetil kirin.


GIRÊ SPÎ