Li rojavayê Kurdistanê Forma têkoşîna navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê dewam dike. Di civînan de li ser kiryarên çeteyên DAÎŞ’ê axaftin tên kirin, pêşengeh û belgefilm hatin nîşandan. Civîn wê sê rojan dewam bikin.
Rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di “Komcivîna Navneteweyî ya Li Ser DAÎŞ´ê” de peyivîn û gotin, divê çeteyên DAÎŞ´ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin darizandin û hesab ji wan bên xwestin.
Li Rojavayê Kurdistanê “Komcivîna Navneteweyî ya Li Ser DAÎŞ´ê” ya ji aliyê Navenda Rojava a Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve tê organîzekirin, pêr dest pê kir. Form li Hola Beylesan a li navçeya Amûdê ya bajarê Qamişlo tê li darxistin. Hola Beylesan ji aliyê Hêzên Asayîşa Taybet, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Hawarî ve tên parastin. Forûma bi sernavê ‘DAÎŞ: Koka wê, Astengî û Stratejiyên rû bi rû bûnê’ destpêkirî, gelek rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar, hiqûnas û parêzvanên mirovan ên ji welatên cuda tevlî bûn.
Doh li ser 4 mijaran semîner hatin dayîn. Semîner bi Moderatoriya Dr. Mihemed Ebdilqadir, Dr. Mihemed Şewqî Mihemed, Mûnir Şêxî û Lîna Berekat hatin bi rêveberin. Dr. Nicholas Heras, Dr. Seed Bîn Umer, rojnamevan Zana Omar û ji fermandarên YPJ`ê Tolhildan Ehmed, Mensûr Teyfûrî, Dr. Amy Austin Homales, Thomas Garrett, Mihemed Cîhad Îbrarî Dr. Ehmed Yûsiv, Dr. Muhîb Salha, lêkolîner Ehmed Pelda, Berîvan Mihemed Yûnis û Zozan Sîma weke qiseker beşdarî semîneran bûn.
Di semînerên bi ser navên cuda de qala kiryarên çeteyên DAÎŞ’ê û têkoşîna li dijî wan hat kirin.
Her wiha li ser navê rêveberiya xweser û nûnerên dewletan jî axivîn û peyam hatin pêşkêşkirin.
Mafê gelê me ye DAÎŞ’ê darizînin
Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid di destpêkê de peyivî û got: “Hêz û vîna vî gelî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî çeteyan şer kirin. Divê cîhan bi erkên xwe rabe û li dijî hişmendiya DAÎŞ têbikoşê. Di berxwedana herêmê de herî zêde rola YPJ’ê derket holê. Em deyindarê berxwedana YPJ, YPG û hemû şehîdên xwe ne. Ya ku li vir pêşengtiyê dike jin in. Em jî wekî jin û Rêveberiya Xweser sîstema xwe bikin mînak ji cîhanê re. Mafê gelê me ye ku çeteyên DAÎŞ’ê darizînin. Ev jî daxwaza me ya sereke ye.”
Welatê herî zêde berdêl da
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Enwer Muslim jî got: “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî kiryarên DAÎŞ’ê biryara têkoşînê bi hev re dan. DAÎŞ’ê dixwest tevahî mirovahiyê têk bibe. Welatê ku herî zêde berdêl da jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. DAÎŞ’ê bi sedan komkujî li herêmê pêk anî. Divê ev çete li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin darizandin û hesab ji wan bên xwestin.”
Ev tenê bi gotinan nabe
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Hisen Hecî jî nameyak ji forûmê re şand û got: “Divê sazî û rêxistinên mafê mirovan girîngiyê bide doza Êzîdiyan û gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. 5 sal di ser komkujiya Şengalê re derbas bûn. Ji bilî hêza Rêveberiya Xweser ti alîkarî ji gelê Şengalê re nehat.
Ka wijdanên mirovahiyê ku dibêjin em mirovahiyê diparêzin. Ev tenê bi gotinan hene, lê di pratîkê de tiştek xuya nake. Em daxwaz dikin ku dadgehek navnetewî li Rojava bê avakirin. Divê doza DAÎŞ’ê di nav dewletan de neyê firotin.”
Hêzên QSD´ê li dijî wan sekinî
Endamê Komarparêz ê berê yê Kongreya DYE’yê Thomas Alexander Garrett jî got: “Her mirov mafê wî yê jiyînê heye. Çeteyên DAÎŞ’ê li dijî mafê mirovan derket. Ev mîrasa mirovahiyê ku bi destê DAÎŞ’ê hat hilweşandin, hêzên QSD li dijî wan sekinî. Siyaseta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gor mafê mirovan hatiye danîn. Heger em bixwazin siyaseta xwe li gor siyaseta mirovan bidin meşandin, em nikarin bi rejîma Sûriyê re siyasetê bikin.”
Em serbilind in bi serkeftinên wê
Nivîskar- lêkolîner Patrîce Frandeschî jî ev got: “Piştevaniya me ya ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê wê bidome. Serdana nûnerên Fransî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re têkoşînê li dijî DAÎŞ’ê teqez dike. Ev têkoşîn nayê wateya ku DAÎŞ bi dawî bûye. Ez li vir eşkere dibêim, wê têkoşîneke cuda bi awayekî din destpê bike. Em serbilind in bi serkeftinên wê.”
Tirkiye wê bibe mexdûrê DAÎŞ’ê
Rêveberê berê yê Rojhilata Navîn ê Pentegonê Mîchael Rûbîn jî got: “Recep Tayîp Erdogan gelek girîngî dide hebûna DAÎŞ’ê. Girêdana AKP-Tirkiyê bi çeteyan re gelek mezin e. Pêşxistina komên tundraw ne tenê mijara Rojava ye ev mijareke gelek girîng û cîhanî ye. Hesab ji Tirkiyê nehatiye pirsîn. Mexdûrên bêdengiyan, dewlet bi xwe ne. DAÎŞ wê li Tirkiyê bizivîre û Tirkiye wê bibe mexdûrê DAÎŞ’ê.”
Şerê wan berdela hemû cîhanê bû
Ji serokwezîrên berê yê Îtalyayê Massîmo D’Alema bi rêya Skypeyê tevlî forûmê bû. D’Alema ev peyam da: “Ez dilsoziya xwe li hemberî kesên bûn qurbanê DAÎŞ ê diyar dikim û dilxweşiya xwe ji bo şervanên YPJ/YPG û QSD didim nîşandan. Şerê wan kiriye ji bo hemû cîhanê bû. Şerê li dijî terora DAÎŞ’ê bi dawî nebûye. Ez piştgiriya avakirina dadgeha navnetewî dikim. Em aştî û aramî ji bo Sûriyê dixwazin. Ez hêvî dikim komxebat ji bo gelê Kurd bi aştî û aramî bi ser bikeve.”
Dewleta Tirk û Qetar li pişta wan e
Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dicle jî ji bo forûmê nameyek şand û got: “Dewleta Tirk û Qetarê herî zêde alîkariya DAÎŞ kirin û dikin. Heta siyasetên dagirkeriyê yên Tirkiyê dewam bikin em nikarin bêjin DAÎŞ bi dawî bû. Yekane rêya li dijî hebûna DAÎŞ’ê, felsefeya Rêber Apo ye.”
Piştî axaftinan pêşengeha şêwekariyê û wêneyên hovîtiya terora çeteyên DAÎŞ’ê hat nîşandan. Forûm wê îro bi dawî bibe.
ANF/QAMIŞLO