HENEN MIHEMED / ANHA/ŞEHBA
Ajansa Rûmaf bi koordîneya Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Efrînê çalakiya xêzkirina tabloya herî mezin bi tevlibûna 2 hezar zarokên kampa Serdemê, organize kir. Tablo li ser caweke bi dirêjahiya 500 metre bi navnîşan `Mohrên êşê` hat xêzkirin. Zarokan hestên xwe yên ji bûyerên bi êş ên ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker, rave kirin.
Ji mafê min e, ez bêjim
Bi dirûşmeya `Ji mafê min e ez bêjim` zarokên Kampa Serdemê û gundên Şehbayê yên ku temenên wan di navbera 6 û 12 saliyê de ne dest bi xêzkirina tabloyekê kirin. Tablo li Kampa Serdemê ya li navçeya Ehdas hat çêkirin.
Girêdayî mijarê hunermendê şêwekar û endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Efrînê Erdelan Ibrahîm got: “Me erka berdewamkirina tabloya ji caw hilda ser xwe. Ji bo ku bûyerên di bîrên zarokên Efrînê de ji êşên şer û koçberiyê belge bikin. Alîkariya wan bikin da ku wê êşê di tabloyê de rave bikin.”
Ibrahîm wiha domand: “Me bi vê projeyê kir armanc ku şadiyê li ser rûyên zarokan bi rêya rengan xêz bikin. Her wiha bi rêya wê nameyekê girêdayî asta berxwedana wan a di kampan de heya ku vegerin Efînê bidin cîhanê. “
Bi axa bajarê xwe ve girêdayî ne
Endamê rêveber ê ajansa Rûmafê Nurî Ednan jî got: “Piştî ku şêniyên Efrînê neçar man ji warên xwe derkevin, di kampên kantona Şehbayê de bi cih bûn. Di vir de me behreyên zarokan keşf kirin. Bi vê insiyatîfê me xwest bi rêya ajansa Rûmaf behreyên 2 hezar zarokên Efrîn û Şehbayê bighînin cîhanê.”
Ednan destnîşan kir ku wan çiqilê dara zeytunê bi amûrên xêzkirinê xistine û dane destê zarokan. Ednan got: “Çiqil sembola girêdana wan bi bajarê aştiyê Efrînê rave dike. Bi rêya wê peyamekê didin cîhanê ku ew bi axa bajarê xwe ve girêdayî ne.”