Li ser mijarê Desteya Hundirîn a Kantona Kobanê daxuyaniyek da raya gîştî û avakirina dîwaran di navbera gelan de şermezar kir.

Daxuyaniya desteyê bi vî rengî bû:“Serkeftinên dawiyê yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li Sûriyê, bi taybet serkeftina Operesyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla û rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê, îlankirina projeya Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê û piştgiriya ku gelê herêmê nîşanî vê projeyê dan, hêzên herêmî yên cîranên Sûriyê, Tirkiye û welatên hevkarên wê di serkêşiya van de, xistin nava metirsiyê de.

Lewra van ji bo derbkirina deskeftiyên gelên Rojava-Bakurê Sûriyê peymanên veşartî îmze kirin.


Herî dawî dest bi avakirina dîwaran kir

Dewleta Tirkiye heya niha gelek kiryarên dijî gelê Rojavayê Kurdistanê ji kuştin û êşkencekirina sivîlan, pêk anîn. Herî dawiyê jî ji bo gelên herêmê ji hev qut bike,li ser sînorê di navbera Kobanê û Pirsûs a Bakurê Kurdistanê dest bi avakirina dîwarekî kir.

Em di Desteya Hundirîn a Kantona Kobanê, van kiryarên tirsonek û dijî peymanên navnetewî û exlaqên cîrantiyê, şermezar dikin. Deskeftiyên şoreşa Rojava dê tu carî têk neçin. Ev deskeftî ji êrîş û dîwarên wan xurtir in. Ew ê şoreşa me heya misogerkirina azadî û aşîtiya tevahî gelên Rojava û herêmê bidome û li ber xwe bide.

Em bang li raya gîştî ya navnetewî, hêzên demokratîk û gelên li ser riya azadiyê dikin ku li hember van komplo û planan rawestin.”



 KOBANÊ