Leşkerên Tirk her wiha binpêkirinên li ser sînor bê navber li dijî welatiyên navçeya Bilbilê ya Efrînê didomîne û ji bo çêkirina dîwaran zeviyên welatiyan destser dikin. Dirêjbûna dîwarê ku heta niha hatiye çêkirin gihiştiya 11 kîlometreyan. Bilbindbûna dîwar jî metre û û nîvek e. Li ser dîwar jî têlên rêsayî hatine danîn. Dîwar ji gundê Bêgê destpê dike û heta gundê Baliya yên navçeya Bilbilê diçe.
Artêşa Tirk her wiha li herêma gundê Baliya ya navçeya Bilbilê 300 metreyan derbasî nava xaka Rojava bûye û zeviyên çandiniyê xira kirin. Zeviyên çandiniyê kolane û çekên xwe yên giran bi cih kirine. Artêşa Tirk rê nade şêniyên gundê Bêkê û Baliya ku nêzî zeviyên xwe yên çandiniyê bibin. Ên nêzî zeviyan jî dibin ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve têne gulebarankirin.
Artêşa Tirk hêzên xwe yên li ser xeta sînor zêde kirine û li her mesafeya 100 metreyan noqteyeke çavdêriyê daniye ser sînor. Beriya niha noqteyên çavdêriya sînor her 300 metreyan hatibûn danîn. Her wiha di nav 2 rojên dawî de jî 9 tang hatin bicihkirin.
Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Heval Mihemed ê ji gundê Bêkê diyar kir ku cotkar nikarin berê xwe bidin nava zeviyên xwe û got ku leşkerên Tirk welatiyan hedef digirin û rê nadin welatiyan ku berê xwe bidin zeviyan. Mihemed, da zanîn ku leşkerên Tirk wan di riya kamîreyên taybet de dişopînin û rê nade tu kes her nav zeviyan.
Mihemed bang li raya giştî ya cîhanê kir ku tevbigerin û zextê li hikûmeta AKP’ê ku welatiyên Efrînê qetil dikin û malên wan talan dikin bikin da ku dest ji kiryarên xwe berdin.