Dîdeban

Her cara kul û keser xwe bera nêv mêjiyê min didin Dîdebana Bedlîsê tê hişê min. Her car ez hildikişime serê Dîdebanê û ji wir ve li çiya, deşt, newal , gelî û kendalên navdar û ewqas jî sawdar yên bajarê Bedlîsê dinêrim. Ez her car li serê Dîdebanê me û ji wir ve temaşa hal û bextê welatê birîndar dikim. Dibe ku qalib li vir, li mişextiyê be lê rih her li wir e. 

Ji bo Dîdebanê. Çiyayê miradan jî digotin. Gerokê Tirk Ewliya Çelebî ji bo dîdebanê gotiye: Çîyayekî bi ser bajarê Bedlîsê de heye, navê wî Dîdeban e. Çiya ne pir bilind e lê hûn dikarin ji serî ve pişta çiyayên herî bilind jî bibînin. Çiya bi tilsim e, lê haya Bedlîsiyan jê nîne. 

Ev car ez bi tesadûfî rastî kalemêrekî hatim. Ji dûr ve diyar bû ku ne niştecihê Bedlîsê ye. Li serê Dîdebanê digeriya, di ber de tiştin dimilmilandin û car car jî digiriya. Lorîn û axîneke kûr ji kezeba wê difûriya.

Min jî meraq kir û got: Apê kal xêr e, çi halê te ye?

Kalo şewqeya fotêr ji serê xwe danî, simbêlê bi qasî gurzek giha vî alî, wî alî mist da û bi dilekî tijî keser ve, bi axîn got: Ez Saroyanê Ermen im. Xelkê Bedlîsê me lê niha li Amerîkayê niştecih im. Min ev navê Saroyan gelek caran bihîstibû, dîsa jî min xwest ez kalê dilkovan ji nêz ve nas bikim.  Bêje apê kal, ka çîroka te ya hinde dilşewat çi ye? 

Apê Saroyan jî wiha behsa xwe kir: Ez ji malbata Saroyan im, me koçî Amerîka kiriye. Ez jî di 31 ê sala 1908 an de li Eyaleta Kalîforniyayê hatime dinê. Di gava malbat hatiye Amerîka de bijîşkek bi navê Wîlliam alîkariya malbata me kiriye, ji ber xatirê wî navê wî jî li min kirine. Piştre bavê min dimire û ez û sê xwîşk û birayên min di êtîmxaneyê de dimînin. Piştî pênc salan encax em gihiştin dayîkê û ji nû ve jiyana malbatî. Min dest bi dibistanê kir, li aliyekî jî neçarê xebatê bûm. Jiyan pir zext bû, lê min ti carî hêviyên xwe wenda nekirin. Ji zaroktiyê ve wek xuy û xislet serhildêr bûm, gelek rêgezên asayî li min zehmet dihatin û min ji xwe got: Beriya te kê çi nivîsiye, hemûyan ji bîr bike!..

Nivîskarî ji tevahiya evînan bêtir di dilê min de rûnişt. Min çîroka xwe ya ewil di 14 saliya xwe de nivîsî. 15 salî bûm min dev ji dibistanê berda, wek min li jor jî gotî; min û rêgez û qanûnan li hev nedikirin. Ez di nav qaliban de bi cih nedibûm. Min rojname firotin, li posteyê, karê şûştina trumpêlan, karkeriya riyahesinî, heta bi karê cenazeyan gelek karên ku hîç li xweşa mirovan jî nayên, min kirin. 

Lê di dilê min de her nivîskarî hebû. Mixabin gelek caran nivîsar û çîrokên min ji edîtoran vedigeriyan. Dîsa jî min dev jê berneda. Heta sala 1933 an wiha kudand. Piştre hêdî hêdî rê li ber min vebû. Ez gihiştim astek ku xelata Pulitzer dan min, lê min ew red kir. Lewre ez ne hinde bilind û ne jî nizm bûm. Berhemên min kirin fîlm û ew fîlm jî xelata Oscarê wergirt. Di nav wê jiyana bi xirecir de ez du car bi heman jinê re zewicîm. Xanim jî yek ji kesên herî esilzade û stiyeke navdar a wê demê bû. Bi navê Aram û Lucy du zarokên min hene. 

Ez Amerîkî me, Ermen im. Kalîforniya mala min e. ez dilsozê wir im, lê bi qasî hezkirina Kalîforniyayê hezkirina Hayasdan û Bedlîsê jî di dilê min de kûr e. 

Kalo rabû ser xwe fotirê xwe da serê xwe û got: ji vir şûnde jî karê te ye. Bes e min hinde pêzanîn da te.

Belê kalê Saroyan cara ewil di sala 1963 an de hatibû Bedlîsê. Bedlîsa ku bi tenê ji malbata xwe guhdarî kiribû di dilê wî de evîn û birîn bû. Apê Saroyan di 31 ê Gulana 1981 ê de li Fresno koça dawiyê kir. Li ser wesiyeta wî beşek ji bedena wî li Ermenîstanê hat binaxkirin. Unesco sala 2008 an wek sala William Saroyan destnîşan kir. Saroyan li dû xwe gelek berhemên edebî yên bilind û navekî cihê şanaziyê hiştin. Ketin û rabûn dît, hejarî û dewlemendî lê ti car hêviya dîtina bajarê Bedlîsê û çiyayê Dîdebanê ji dilê wî derneket. Oxir be kalê delal..Oxir be apê min ê xoşevîst…Evîdarên Dîdebanê, yên Hayastan û Kurdistanê peyhatiyên te ne…

Hûn yên dikarin hilkişin serê Dîdebanê bala xwe bidinê Saroyan û gelek kesên derkirî li wir in. Eger hûn bi tilsima ku Çelebî behs kirî bizanin, hûn ê jî bikarin wan kesan bibînin…