Pînevan û dirûngerên bi salane li Amedê xwedî kar û emel in, êdî betal li cihê xwe rûdinên û kar bi destê wan nakeve. Ji ber pêşketina teklonojiyê pîşeyê ku berê pir bi qîmet dirûngerî jî têk diçe. Ev pîşeyê ku her dirûnerek gelek şagirt li cem wan dibûn xwedî pîşe û kar, niha êdî kes eleqeyê nîşan nade û dirûnger jî betal in. Pîşeyê ku berê eleqeyek mezin didît û karê wan zêd bû, niha êdî nikarin debara xwebikin û bi gazinc in.
Dirûngerê bi navê Murat Altinkar ê li semta Melikahmetê dirûngeriyê dike, anî ziman ku wî di 5 saliya xwe de dest bi karê dirûngeriyê kir û wiha got: "Min heta 22 saliya xwe çiraxtî kir. Wê demê ev pîşe pir bi qîmet û buha bû. Şagirt pir zêde bûn. Lê niha êdî wekî berê eleqeyê nabîne. Berê her malbatê dixez zaroke wan bibe dirûnger û pîşeyekî pêşeroja wî geş bû. Lê êdî ev pîşe niha dimire û qîmetê wî namîne. Êdî kesên vî kari dikin jî birçî dimînin. Niha em jî bedal in û bi zorê mesrefa xwe derdixin."
Dirûngerê bi navê Ahmet Tor jî anî ziman ku 45 salin dirûngeriyê dike û êdî qîmetê wê nemaye.
DÎHA/AMED