Mekan huner heps nakin. Mînakeke vê jî Fatoş Îrvene ku dibîje: Dema nû hatim vir (hepsê), ji ber porê hevalan yên diweşiya, min zehmetî kişand. Min porê wan kom kir û ji wan, berhemên hunerî çêkirin. Ev hê jî didome.
KÎBRIYE EVREN / JINNEWS / AMED
Şêwekar û mamoste Fatoş Îrven li hepsa Tîpa E ya Amedê girtî ye. Ew jî ji wan kesan e ku bi îfadeyên şahidên veşartî hatiye girtin. Wê bersiv da pirsên rojnamevan Kîbriye Evren a ku bi xwe jî hepsî ye. Fatoş Îrvenê bal kişand ser bandora pêvajoya girtîbûnê li ser huner û got: “Ji ber tengbûna mekanî, enerjiya potansiyel a zîhnî û bedenê dikare derkeve holê.”
Şêwekar û mamoste Fatoş Îrven serê sala 2017’an hat binçavkirin û bi îfada şahidê veşartî 3 sal, mehek û 15 rojan cezayê girtîgehê lê hat birrîn. Fatoş ev salek û 3 meh e li girtîgeha Tîpa E ya Amedê ye. Fatoşê li hepsê der barê hunerî de peyivî.
Cenabê te dikare bi gotinên xwe, xwe bide nasîn, kîjan aliyên te muhim in?
Ez jineke femînîst, kurd û hunermendeke hevdem im. 4 sal bû li Stenbolê bûm, lê li Sûra Amedê hatim dinê û mezin bûm. Min Beşa Hunerê Bedew a Zanîngeha Dîcleyê qedand.
Serpêhatiya cenabê te ya hunerê hevçerx çi ye?
Ez çawa bîrewer bûm, felsefe parçeyek ji jiyana min bû. Min di dibistanê de elaqe nîşanê wê dida. Hawirdora em lê diman qelebalix bû. Belkî jî ji ber vê min berê xwe da huner û felsefê. Ez hemû rêbazên hunerê hevdem bi kar tînim. Ez bi xwe wêneyê herî xweş îfade dikim, lê beyî wêne nabe. Em dikarin behsa karên performatîf, vîdeoart, wêneyên avaker, înstalasyonê jî bikin.
Berhemên cenabê te li ku hatin raxistin? Ev pêvajo çawa bi pêş ket?
Xebata min ya vîdeoyê ya bi navê SALT a di 2012’an de li Tuz Golu pêk hat. Ev performans me li Stenbolê li ‘Hunerê Dijber’ raxist. Piştre li Viyana Hinterland hat nîşandan. Li ser xebata min ya vîdeoart ya Pathological Memorize (Bîra Patolojîk) ez bi kuratorekî Londonî re xebitîm. Li gelek welatan ev xebata min hat nîşandan. Li Stenbol, Berlîn, Fransa, Îtalya, Fas, Honkong û Fas hat nîşan dan.
Min xebatek vîdeoyê ya ‘Şîryan’ jî derxist. Niha di pêşangeha li Depo pêk têde dikare bê dîtin. Ev kar di rojên bihurî de li Tehranê jî hat nîşandan. Her xebatek min çîrokek wê ya cuda heye. Di serê îlona 2017’an de li Amedê li ser vexwendiya hunerê kolektîf a bi navê ‘Merkezkaç’ bi bernameyekê bi mirovan re hatim cem hev. Piştî bi du rojan ketim hepsê.
Hepsê bandoreke çawa li ser hunerê te kir?
Derfetê kêm kirin. Ji bo hilberînê ti alavê nadin me. Ez dikarim bibêjim, ji ber tengbûna mekanî, enerjiya potansiyela zîhnî û bedenê dikare derveke holê. Dema nû hatim vir (hepsê), ji ber porê hevalan yên diweşiya, min zehmetî kişand. Min porê wan kom kir û ji wan berhemên hunerî çêkirin. Ev hê jî didome.