Zîqûzirên avorî, pemba li ser dîwarê li ser sînorê Meksîka û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê belkî weke henekekê xuya bikin, lê ew peyameke siyasî ya xurt didin.

Li keviyên bajarê El Paso li eyaleta Texasê, ev dîwarê hanê hatiye lêkirin û profesorê mîmariyê li Zanîngeha Californiayê, Ronald Rael ew çêkirine û li ser dîwarê sînor bi cih kirine. Peyameke xurt dide li dijî fikra dîwarlêkirina li ser sînor ku serokê DYE´yê Trump timî dike mijara gotara xwe ya siyasî.

Wî ev konsepta zîqûzirê beriya bi 10 salan hazir kiribû, lê niha piştî ku zîqûzirên xwe li ser dîwar bi cih kirin, mezin û piçûk, kî hez dike ji her du aliyên sînor tên bi hev re dilîzin.

Wî herî zêde jî xwestiye bibêje, ev projeya wî li ser peydekirina “rêyên manedar li her du aliyan e, tevî qebûlkirina wê yekê ku kirinên li aliyekî diqewimin, rê vedikin li ber encamên yekser li her du aliyan.”

TEXAS