Ji bo têkoşerê tevgera azadiyê ya Kurdistanê Osman Kaplan (Dogan Torî) li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, merasîmek hate lidarxistin.
Osman Kaplan (Dogan Torî) ku demeke dirêj di nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de cih girt û kedeke mezin da, dema ku ji ber nexweşiyeke giran li Hewlêrê dihate dermankirin, 10’ê Sibata 2019’an şehîd bû.
Cenazeyê Dogan Torî bi karwanekî anîn wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û ji aliyê bi sedan kesî ve hate pêşwazîkirin.
Ji bo Dogan Torî li Saziya Malbatên Şehîdan merasîmek hate lidarxistin. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir.
Ezîz Hezex di dema merasîmê de axivî, behsa jiyan û têkoşîna Dogan Torî kir.
Hezex sersaxî ji malbatê û gelê Kurd re xwest û got, “Şehîd Dogan kesayetekî wisa bû ku bi hemû taybetmediyên xwe li gel rêxistinê bû û jiyana xwe di oxira azadiya gelê xwe de feda kir.”
Piştî axaftinê nasnameya Dogan Torî hate parvekirin: Dogan Torî (Osman Kaplan) ê 1956´an li Buzbur-Hezexê haî dinê, sala 1992´yan ji Edenê tevlî nav refên PKK´ê bûyî, 10´ê Sibata 2019´an li Hewlêr ji ber nexweşiyeke giran şehîd bû.
Mînak bû ji hevrêyan re
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, li ser şehadeta Osman Kaplan daxuyaniyek da. Hevserokatiyê got, “Ji kedkarên mezin ên tevgera me Dogan Torî (Osman Kaplan) ku emrê xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê di dema dermanbûnê de şehîd bû. Hevrêyê me Dogan bi kesayetiya xwe ya têkoşer ji bo hevrêyên xwe hemûyan bûbû çavkanî. Em hevrêyê xwe Dogan bi rêzdarî bi bîr tînin, ji malbata xwe ya hêja, hevrêyên xwe û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê nirxên têkoşînê yên ku hevrêyê me Dogan di oxira wê de şehîd bû mezin bikin û bi serketinê tacîdar bikin.”
ROJNEWS / MEXMÛR